1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Elewiyên Efrînê…Dîrok û baweriya wan
Elewiyên Efrînê…Dîrok û baweriya wan,elewiyên,efrînê,dîrok,û,baweriya,wan

Elewiyên Efrînê…Dîrok û baweriya wan

A+ A-

 

TÎRAST CÛDÎ

EFRÎN – Elewiyên Efrînê ji sedên salan ve bi biratî û hezkirin bi şêniyên herêmê re jiyan dikin. Naçeya Mabata cihê herî mezin ê elewiyane.

Derbarê Şêî û Sune û ji bilî wan mezhebên dînî de, gelek nîqaş têne kirin. Di navbera Elewî wekî mezhebekî Ismalî yan jî wekî ola Islamî tevlîhevkirinek heye. Lê gelek caran Elewî wekî parçeyekî ji mezhba Şêî têne naskirin, ji ber gelek tiştên hevbeş di navbera wan de hene û taybet cihê Îmam Elî ku wekî pîroztirîn cihe, li gel herduyan (Elewî û Şêî), tê zanîn.

Li gorî Elewiyan, Elewî ne ole û ne jî mezhebekî olî ye. Her wiha li gorî Elewî dibêjin ku, Elewî baweriyên xwe yên olî bi çavekî ku dunya li ser esasê baweriya bi edaletê û xweşdîtinê ye û dûrî nîjadoperestî û şîdetê ye. Berovajî ku tê gotin ew beşek ji mezhba Şênî ne.

Hebûna Elewiyan li Efrînê

Bi hezaran Elewî li Kantona Efrînê dijîn, piraniya wan jî li navçeya Mabata dimînin. Li gorî lêkolînên dîrokî, Elewî ji ber komkujî û qirkirinên Osmaniyan li Bakurê Kurdistanê, berê xwe dane Efrînê. Heta niha jî tevlî derbasbûna ewqas sal, di navbera Elewiyên Bakurê Kurdistanê û Efrînê , têkiliyek heye, ji ber ku Elewiyên Bakurê Kurdistanê,  Elewiyên  Efrînê wekî lêvegerînekî olî ji xwe re dibînin.

Di serdama alzoiya siyasî di navbera Sûriyê (dema Hafiz Esed) û dewleta Tirk de, bandoreke neyînî li ser têkiliya di navbera Elewiyên Efrîn û Bakurê Kurdistanê kir.

Heta niha Elewiyên li navçeya Mabata, ziyartên “Dadh”yan “Bîr” ku Elewiyên ji herêmên Bakurê Kurdistanê wekî ji herêmên Bustan, Dêrsim, Meletiya, Meraş, Erdirom û hwd, dihatin navçeyê. Her wiha Şêx”Şebeû Fatecemî”ku bi Baba Şebû dihate naskirin li navçeya Mabata li ziyareta Dadh rê û resmên Elewî dikir. Ji aliyekî din ve jî Bîr Comert Yûsif Sito lêvegrîna herî bilind a Elwiyên Efrînê bûn.

Nivîskarê kurd Dr. Mihemed Ebdo Elî di pirtûka xwe ya bi navê Çiyayê Kurd de, ku têde behsa dîroka Efrînê di aliyê civakî û çandî de,  balê dikşîne ser hebûna Elewiyan li Mabata û ev nirxandin kir: “Elewiyên li Mabata, rastî fişarên olî ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hatin.”

Baweriyên  Elewiyan 

Elewî baweriya xwe bi ziyartên pîroz tînin û heta niha rê û resmên ziyartê didominin. Li gorî baweriya Elewiyan di roja În û Çarşemê, bi armac û daxwazeke diyar,  qurbanbiyan li ber ziyartên xwe yên pîroz pêşkeş dikin. Her wiha dema yekv ji Elewiyan jiyana xwe ji dest dide, peçaleke dara zeytûnê ya kesk bi wî re dikin gorê.

Cihên ziyaretên Elewiyan li Efrînê

Bi dehan ziyartên pîroz ên Elewiyan li tevahî Kantona Efrînê belav dibin.  Navên ziyartên Elewiyan ku bi peyva”Dada”bi dawî dibe, ev yek isbata ku şêniyên wê herêmê yan jî şêniyên herêmên derdorê hemû Elewî bûn, lê ji ber tirsssa kuştinê re, nasname û baweriya xwe guhartin.

Hinek ziyaretên Elewiyan wiha ne: Yaxmor Dada, Elî Dada, Meryem Dada. Her wiha Ziyareta Sultan Berbeûş, Şêx Hemo û Şêx Mem ên herî navdar li Efrînê ne.

Her wiha Elewî rojên Aşûra û sê rojan ji meha sibatê  ku bi rojiya Xidir tê naskirin, rojî digirin. Li gorî baweriya wan ew her sê rojan, Hz. Xidir bi hevaltiya Hz. Mûsa derbas kiriye.

Di aliyê civakî de, kevneşopiyên Elewiyan ji şêniyên din  ên Kantona Efrînê ne dûr e. Berovajî wê, di navbera wan û gelên din ên  ji bawerî û olên cûda yên li kantonê bi jiyaneke hevbeş û rêzdarî  heye. Lê  di serdemên berê de, Elewiyan keçikên xwe bi xurtên ji bilî mezheba xwe re nedizewîcandin.

Di hêla kar û barên olî de, mezhebê Elewî ji aliyê sistemeke rêvebriya olî de tê birêvebirin, ev sîstema ji (Pîr) destpê dike, paşê jî (Rêber) tê.

Lêvgerê olî yê Elewiyan li  navçeya Mabata Bîr Comerd Yûsif Sito, derbarê rêgezên bingehîn ên Elewiyan û rewşa wan li herêmê ji ANHA`ê yê re axivî.

Bîr Comerd Yûsif da zanîn ku bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, nêrîna wan di asta yekemîn sererastkirin bû û li gorî pêvanên şoreşê bû û hetta niha bi vî awayî  ye. Comerd Yûsif bi lêv kir ku bi destpêkê şoreş de wekî Elewî beşdarî bi hemû awayî beşdarî Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ku kantonê diparêzin, bûn.

Comerd Yûsif her wiha got ku Elewî hemû nirxên mirovahiyê , ol û tevgerên ku di cewherê xwe de xweda nas dikin û ji bo xêra mirovan kar dikin diparêzin û got: ʺMirov bi karê hilbijartiye, dikare jiyana xwe bike buhişt, ew yek bi nirxên mirovahiyê pêk tê. Ew jî dikare jiyanê bike dojgeh.ʺ

Elewiyên Efrînê di çarçoveya amadekariya avakirina Meclîsa Xwe ya Kantonê civînan lidar dixin.

(kc)

ANHA