1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya Konferansa Tifaqa Êzidiyan hate eşkerekirin
Encamnameya Konferansa Tifaqa Êzidiyan hate eşkerekirin,encamnameya,konferansa,tifaqa,êzidiyan,hate,eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Tifaqa Êzidiyan hate eşkerekirin

Di encamnameya Konferansa Tifaqa Êzidiyan de hat destnîşanirin, ku sedsala 21'an wê bibe sedsala serketin û azadiyê ya Êzidiyan û bang li hemû hêz û rêxistinên Êzidiyan hate kirin, ku bi yekîtî û tifaqeke bi rûmet tevbigerin

A+ A-

 

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
 

 

Konferansa Tifaqa Êzidiyan, bi beşdariya 150 nûnerên saziyên civaka Êzidî, kesayet, rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên Êzidî, di 21'ê Nîsana 2017'an de li paytexta Elmanya Berlînê, li avahiya Parlamenta Federal a Elmanyayê pêk hat.

Encamên konferansê bi rêya danezanekê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de bal hat kişandin ser fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê li civaka Êzidî rabû û ha destnîşankirin, ji bilî barbarî û xwînmijiya dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, yek ji sedemên rabûna fermanê nebûna xwedî rêxistin û bêserwerîbûna civaka Êzidî bû.

Hat destnîşankirin, ku tevî hemû bûyerên qewimîn e jî, civaka Êzidî xwedî baweriyeke xurt û werek in, ku di nava her şert û mercên giran de xwe ji nû ve organîze bikin, biparêzin û xwe li jiyanê bigire.

Di dewama encamnnameyê de hat bibîrxistin, li gel trajediyên giran, dîroka civaka Êzidî bi lehengî û destanan dagirtî ye û hat gotin, konferans di atmosfereke erênî de, bi ruhê tifaq û yekîtiyê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat ragihandin, sedsala 21'an wê ji bo Êzidiyan û Êzîdxanê bibe sedsala serketin, rizgarkirin û azadiyê û hat gotin, "Li sev ê bingeh û ruhî, em bang li hemû kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar, tevahiya oldar û rûspiyên Êzidiyan dikin, ku ji bo derxistina vîneke nû, rêxistiniyeke bi bandor, yekîtî û tifaqek bi rûmet, bikevin nava liv û tevgerê."

ENCAMÊN KONFERANSÊ

Li gorî encamnameyê, di konferansê de ev biryar hatin girtin:

1-Ji bo pêkanîna kongreyeke giştî ya tevahiya civaka Êzidî, amadekarî bên destpêkirin.

2-Ji bo lidarxistina Kongreya Êzidiyan a Cîhanê, komîteya amadekar ji 33 kesan hate hilbijartin. Ev komîte wê ji îro û pê ve dest bi amadekirina kongreyê bike. Komîteya amadekar dikare herî zêde 20 kesên li xwe zêde bike.

3-Em bang li hemû Êzidiyên li gelemperiya cîhanê dikin, ku piştgiriyê bidin proseya lidarxistina Kongreya Êzidiyan a Cîhanê. Û destekê bidin yekîtî û tifaqa civakê. Em hêvîdar in wê hemû rêxistin, mal û komele bikevin nava vê tifaqê.

4-Em bang li hemû parlamentên dewletan bi taybetî parlamenta Elmanyayê dikin, ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an weke jenosîdê qebûl bike.

5-Pêwîste Êzidiyên li Şengalê xwe bi xwe bi rê ve bibin û tenê ew biryarê li ser siberoja xwe bidin. Lazim e her kes rêzê ji vîna Êzidiyên li Şengalê bigire.

6-Em daxwaza yekîtî û karê hev beş di nava hemû kom û rêxistinên Êzdiyan yên li Şengalê de dikin û dixwazin ti carî nedin şerê navxweyî.

7-Daxwaziya me ji tevaya wan hêzên di nava Şengalê de heye ku rê li ber şerê navxweyî bigrin, ku civaka me ya Êzidî ti carî nebe qurbanê nakokiyên siyasî. Em bi tundî rexne li wan aliyan dikin, ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, kesayetî civaka me ya Êzidî dikin qûrban dikin û wan şermezar dikin. Armanca sereke divê tenê rizgarkirin, azadkirin û parastina Şengalê be.

8-Nasnameya dîrokî û resen a Şengal, Şêxan û hemû deverên ku Êzidî rêjeya piranî pêk tînin, divê bê parastin. Pêwîste rê li wan kesên ku destên wan bi xwîna Êzidiyan sor bûne û alîkarî dane DAIŞ'ê bê girtin, ku vegerin Şengalê.

9-Em daxwaz dikin ku dadgeheke giştî û yek herêmî bi taybet bê damezrandin, ji bo dadgehkirina tawanbarên destên wan di qirkirina Êzidiyan de heye.

10-Daxwaza me ji hemû aliyên peywendîdar heye ku destê alîkariyê dirêj bikin ji bo rizgarkirina hemû kesûkarên me yên hê di destê DAIŞ'ê de ne.

11-Bangawaziya me ji bo hemû rêxistinên navdewletî, di serî de Neteweyên yekbûyî, dewletên endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê heye, ku ew biryar û tedbîrên parastinê, ewlekariya ol û civaka Êzdiyan bigirin.

12-Em daxwaz ji van saziyên navdewletî dikin ku masterplanekê, ji bo avakarina warê Êzidiyan amade bikin û alîkariyê bidin koçberên Êzidî.

Di vê çerçoveyê de divê konferansek navdewletî, ji bo avakirina cih û warên Êzidî û vegera li cih û warên xwe û parastina wan bê sazkirin. Eger welatê rojava ango civaka navdewletî vê yekê neke, divê deriyê xwe ji bo civaka Êzidî vekin.

13-Em bang li hemû dewletên ku Êzidî lê dijîn, partî û rêxistinên têkildar dikin, li dijî fermanên li Êzidiyan rabûne, egerek ji bo afirandina çareserkırınek mayinde, ji bo kêşeya Êzidiyan di Rojhileta Navîn û hebûna me, nasname me, mafê me nas bikin, fermî qebûl û bi cih bînîn.

14- Bangawaziya me ji bo gelê me yê li derveyî welat dijî ew e ku xwe li hember helandin, asîmilasyon û windakirinê bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Di heman demê de xwe di nava wan dewletên ku di nav de dijîn, li ser esasê rêzgirtina demokrasî, yeksanî û hiqûqê de bi xweşbînî û wekhevî bi rêk û pêk bikin.

15-Tevî hemû ferman û karesatên dîrokî û rojane, em di aştiyê, jiyana hevbeş a bi rûmet, di nava azadiyê, heq û hiqûqê de israr dikin. Xebat û têkoşîna me ya ji bo azadî û serfiraziya me wê bê navber û bi biryar bidome. Bi taybetî em hemû milet, civak û olên bindest ên li Rojhilata Navîn weke hevkarê xwezayî pênase dikin.

16-Em bang li hemû Êzidiyan dikin ku li derê dibin bila bibin, li ser hîmênûjen, hemdemî, demokratîk û aştiyane, ji bo ola xwe ya paqij û nirxên xwe yê pîroz xwe bi rêxistın bikin, li dijî tehdît û şantajan xwe biparêzin.

17-Em cihê serbilindiyê, serfiraziyê û kêfxweşiyê dibînin ku Êzidiyên Qafkasya her çendî ku beriya bi sed salan welatê xwe terikandına jî ol, nasname, bawerî, çand û zimanê xwe parastine û neheliyana. Em vê yekê ji bo pêşeroja xwe giştî weke mînakeke erênî pênase dikin.

18- Em bang dikin ku karê xwe yê diplomasiyê li ser amûr û esasê parastina berjewendiyên Êzidiyan bi giştî bikin yek û hevbeş bimeşînin. Hemû karên Lobî yên ku li ser keysê Êzidiyan tên meşandin, divê bên koordînekirin.   

19-Ji ber ku Êzidî hatine qirkirin, divê mala Êzidiyan ji hundirê Êzidiyan ve bi sîstematîk û dezgehî bê rêxistnikirin û civata Rohanî ya bilind karên siyasî neke.

20-Divê jenosîda ku di kesayeta jinên Ezidî de pek hatiye, di heman deme de fermî weke Feminîzid-Qirkirina jinê bê qebûlkirin û li ser hîmê azadiya jinê civak xwe bi rexistin bike."