1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Endama PE: Êrîşên Tirkiyeyê nayêne pejireandin
Endama PE: Êrîşên Tirkiyeyê nayêne pejireandin,endama,pe,êrîşên,tirkiyeyê,nayêne,pejireandin

Endama PE: Êrîşên Tirkiyeyê nayêne pejireandin

Endama Parlamenta Ewropayê, wekîla Partiya Çep a Elmanyayê (Dîe Lînke) Martîna Mîchels destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û gundên wê, ne yên qebûlkirinê ne

A+ A-

Endama Delegasyona Têkiliyên Parlamenta Ewropayê (PE)-Tirkiyeyê Martîna Mîchels bi sernavê "Erdogan li dijî otonomiya Kurdan tankên Elman dişîne" daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ji Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku pêşî li êrîşa leşkerî bigire. Di daxuyaniyê d hat ragihandin, Erdogan dixwaze xewn û xeyalên xwe yên ji bo tepisandina daxwazên mafdar ên li Bakurê Kurdistanê, bi êrîşa dijî mafên Kurdan ên li Sûriye û Iraqê temam bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan ne tenê li dijî NATO û civaka navneteweyî, her wiha li dijî hemû destketiyên li pêşberî DAÎŞ, El Nûsra û çeteyên din hatin bidestxistin, şer ragihandiye.

Di daxuyaniya Mîchels de hat destnîşankirin ku destwerdana Erdogan wê zerareke mezin bide aramiya li herêmê û bibe sedem ku çareseriya aştiyane ay pirsgirêka Kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê ji bo demeke ne diyar bê taloqkirin.

Wekîla Parlamenta Ewropayê ya ji partiya Dîe Lînke diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa berjewendiyên xwe yên ewlekariyê yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne. Mîchels di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê bi têkoşîneke demdirêj a dijî çeteyên Îslamî yên radîkal dibe û got, ji bo vê jî divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.

 

ANF