1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû
Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû,endamê,kordînasyona,civaka,êzidî,zekî,şengalî,şehîd,bû

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû

Kordînasyona Civaka Êzidî diyar kir kir ku di êrîşa duh a hewayî ku li Geliyê Şilo yê Şengalê pêk hatibû de, Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî jiyana xwe ji dest daye

A+ A-

Kordînasyona Civaka Êzidî têkildarî êrîşa hewayî ya ku duh li Şengalê pêk hat de, daxuyaniyek kurt belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 15’ê tebaxa 2018’an de Endamê Kordînasyona me ya Civaka Êzidî Îsmaîl Özden ê bi navê Mam Zekî Şengalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, saet derdora 16.00’an bi êrîşek hewayî ya dagirkeran di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da û gihîşt asta şehadetê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê têkildarî mijarê îro êvarê saet di 18.00’an de daxuyaniyek berfireh bê dayîn.

 

Jöderk: https://rojnews.news/ku/kurdistan/endame-kordinasyona-civaka-ezidi-zeki-sengali-sehid-bu-24109