1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hediye Yûsif: Gelê Sûriyeyê cara yekê ye bi xwe zagonan çêdike
Hediye Yûsif: Gelê Sûriyeyê cara yekê ye bi xwe zagonan çêdike,hediye,yûsif,gelê,sûriyeyê,cara,yekê,ye,bi,xwe,zagonan,çêdike

Hediye Yûsif: Gelê Sûriyeyê cara yekê ye bi xwe zagonan çêdike

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif destnîşan kir, ku sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li gel sûdwergirtina ji sîstemên din ên cîhanê jî, ji wan cuda ye

A+ A-

  • HEYSEM MISLIM/QAMIŞLO

 

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif diyar kir, ku yekemcar e li Bakurê Sûriyeyê gel bi xwe peymana xwe ya civakî dinivîsîne, li hev rûdinê û zagonên xwe bi destê xwe saz dike.

Yûsif destnîşan kir, ku ji bo hilbijartinan û federasyona Bakurê Sûriyeyê ew bi rengekî rêk û pêk bi gelên herêmê şêwirîne û bi vî rengî peymana civakî û qanûn destnîşan kirine.

Ji bo rûniştina sîstema federal Hediye Yûsif got, "Piştî ku me sîstema xwe ya federal a Bakurê Sûriyeyê bi hevbeş danîn, me dest bi birêxistinkirina hilbijartinê kir. Pratîkbûna vê peymanê wê bi hilbijartinê pêk were."

Hediye Yûsif bal kişand ser cudahiya sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji sîstemên federal ên cîhanê û wiha dewam kir: "Kesî sîstema hevserokatiyê bi kar neaniye. Û kota jinê nekiriye 50 ji sedî. Lewma em dibêjin ya me cuda ye. Ev nayê wê wateyê k me sûd ji sîstemên federal ên li cîhanê wernegirtine.

Li Bakurê Sûriyeyê wê hilbijartin li ser 3 astan bên çêkirin. Di asta yekemîn de wê hilbijartinên komunan bên kirin. Hilbijartinên komunan wê 22'ê Îlona 2017'an pêk bên. Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Kantonên Bakurê Sûriyeyê, 16'ê Tebaxê weke roja qebûlkirina navê namzetan diyar kir.

 

Nûçe ji ANF´ê hatiye girtin