1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji berazê genetîka wî hatiye guhertin, organên ji bo mirovan
Ji berazê genetîka wî hatiye guhertin, organên ji bo mirovan,ji,berazê,genetîka,wî,hatiye,guhertin,organên,ji,bo,mirovan

Ji berazê genetîka wî hatiye guhertin, organên ji bo mirovan

Li cîhanê, her roj bi sedan mirov ji ber nexweşî û nebûna organan jiyana xwe ji dest didin. Tê gotin, ji bo bexşandina organan wê heywanên genetîka xwe hatiye guhertin bên bikaranîn

A+ A-

Li gorî gotareke li kovara Scîence hate weşandin, organên çêlikên berazên ku genetîka wan hatine guhertin, wê karibe ji bo mirovan bên bikaranîn.

Tê texmînkirin, ku bi organên ji çêlikên berazan bên girtin re wê şûna mirovên organên xwe dibexşînin, ku hejmara wan kêm e, bê dagirtin. Pisporên tevlî vê lêkolînê bûn gotin, bi saya berazên genetîka wan hatiye guhertin wê di emeliyata dil, gurçik û pişikê de bigihêjin asta 'şoreşê'.

Neqla organên berazan ji bo mirovan, ji ber rîska pêketina vîrûsên xetere, nedihate kirin.

Pisporên genetîk ên ji Zanîngeha Harvardê George Lûrch û Lûhan Yang rêbazeke klonkirinê afirandin, ku vîrûsên li DNA berazan hê beriya pêşketina embriyoyan ji holê rakin. Bi saya vê yekê, li şîrketeke bi navê eGenesîs a li Swîsreyê hate avakirin, 37 çêlikên berazan ên genetîka wan hatine guhertin, hatin bi dest xistin.

Di gotara navborî de hat bibîrxistin, ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rojane 22 kes ji ber nebûna organan jiyana xwe ji dest didin. Di gotarê de hate ragihandin, mezinahiya organên berazan digihêje bi qasî mezinahiya yên mirovan.

Di neqla organên heywanan ji bo mirovan de, ku heta niha weke 'xenotransplantation' tê binavkirin, devikên dil û pankreas ên ji berazan tên girtin neqlî mirovan dihatin kirin.

ANF