1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jiyaneke 84 salan a bi têkoşînê dagirtî: Mam Celal
Jiyaneke 84 salan a bi têkoşînê dagirtî: Mam Celal,jiyaneke,84,salan,a,bi,têkoşînê,dagirtî,mam,celal

Jiyaneke 84 salan a bi têkoşînê dagirtî: Mam Celal

Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yê ku di nava Kurdan de weke ‘Mam Celal’ tê naskirin û ji temenê xwe yê ciwantiyê ve di nava siyasetê de bû, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da

A+ A-

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 

Yek ji siyasetmedarên aktîf ê Kurd Celal Talebanî, îro li nexweşxaneya li paytext Berlîn a Elmanyayê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yê ku di nava Kurdan de weke ‘Mam Celal’ tê naskirin û ji temenê xwe yê ciwantiyê ve di nava siyasetê de, jiyanek ji têkoşînê tejî li pey xwe hişt.

Mam Celal sala 1933’an li Koyê ji dayik bûye,di sala 1950’an de jî dibe yek ji damezrêner û serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê. Mam Celal di nava rêxistinên ciwanan ên bi nêzîkatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re tê nasî bi lez bilind bû, di nava rêveberiya asta jor a PDK’ê de cih girt.

Mam Celal ê ku demek dirêj nûnertiya PDK a Sûriye kir, di sala 1961’an de beşdarî serhildana Ebdulkerîm Kasim a ku dabû destpêkirin bû. Di sala 1963’an de jî serokatiya heyeta hikûmeta ku Ebdulselam Arif hatî ser detihlatê kir.

Piştî rawestandina berxwedana di sala 1975’an a Lîderê PDK’ê Mela Mistefa Barzanî a tê wateya ‘Aş betal e’ û şûnde, Mam Celal weke nerazîbûn ji PDK’ê veqetiya û bi kesayetên mîna Adil Mûrad, Newşîrwan Mistefa û Fûad Masûm re Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ava kir.

Partiya ku Îbrahîm Ehmed jî piştgirî kir bi gelek rêxistinên çep, sosyalîstî demokrat, ciwan û jinan pêk dihat re civiya. YNK a ku di demeke pir kurt de li Silêmaniyê belav û bihêz bû, dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Di dema şerê Îran-Îraqê de dipêla dawî ya operasyona ‘Enfal’ a ji aliyê Seddam Huseyîn a sala 1988’an li dijî Kurdan dabû destpêkirin û li ser Helebceyê kîmyelsal hate bikaranîn, YNK’ê derbek giran xwar û neçar ma xwe bispêre Îranê.

Celal Talebanî ku Sekretertiya Giştî ya YNK’ê dikir, di dema şerê Korfezê de, di sala 1991’an de dijî rejîma Sedam Huseyîn bi fermandariya Newşîrwan Mistefa ‘Raperîn’ destpê kirin û li Başûrê Kurdistanê gelek herêm ji rejîma Iraqê temîz kirin.

Di sala 1992’an de hilbijartin hatin kirin û YNK-PDK’ê rêveberiyek hevbeş ava kirin. Lê aloziya dinavbera YNK û PDK’ê de her çêdibû. Di 1994’an de li Qeladizê ku navbera YNK û PDK’ê de şer destpê kir, du salan dewam kir û di şerê ku Kurdan weke ‘birakujî’ bi nav kir 30 hezar kes têde hatin kuştin.

Di sala 1996’an de bi navbeynkariya DYA û Îngiltere, bi hevpeymana li bajarê Dublin ê Îrlandayê hat kirin de şerê navxweyî hate rawestandin. Hevpeyman piştre bi lihevkirinekî Talebanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ku di sala 1998’an de li Washington pêk anîn de, bû mayînde.

Di dema destwerdana DYA ya 2003’ê ji bo Iraqê de, Mam Celal pirsgirêkên li gel Barzanî danîn aliyekê û di 2005’ê bû Serokkomarê Iraqê.

Mam Celal di Adara 2012’ê de li Amerîka li ser nexweşiya xwînriştina ser mejî rakirin nexweşxaneyê û ji vir jî birin nexweşxaneyek a li Almanya. Piştî baş bû vegeriya Silêmaniyê.

Mam Celal di sala 2012’ê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên dinavbera Bexda û Herêma Kurdistanê hewldanên mezin meşandin, di 18’ê Kanûna 2012’ê de dema li Bexda wê bi Barzanî re hevdîtin pêk banîba, dîsan bi nexweşiya xwîn riştina ser meşî ket.

Mam Celal ji bo pêkhatina aştiyê ya dinavbera Kurdan li Bakurê Kurdistanê û dewletê de jî rolek giring lîst. Serokkomarê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal ku sala 1991’an de gavên ji bo aştiyê avêtin, bi rêya Mam Celal pêk hatin.

Mam Celal 2005-2006’ê di pêngava ku weke ‘Pêvajoya Oslo’ tê naskirin de rol lîst. Di 2012’ê de pêş pêvajoya dawî ya aştiyê destpê bike, Mûsteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li nexweşxaneya Berlînê ya ku Mam Celal lê dihat tedawîkirin, li ser cardin destpêkirina pêvajoyê hevdîtin pêk anî.

Mam Celal ku li gel keça helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurd Îbrahîm Ehmed, Hêro Ehmed zewici û du zarokên wan ên bi navê Pawel û Qubat Talebanî hene.