1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. KJK: Divê hemû hêzên Kurdistanî piştgîriya Şengaleke xweser bikin
KJK: Divê hemû hêzên Kurdistanî piştgîriya Şengaleke xweser bikin,kjk,divê,hemû,hêzên,kurdistanî,piştgîriya,şengaleke,xweser,bikin

KJK: Divê hemû hêzên Kurdistanî piştgîriya Şengaleke xweser bikin

Koordînasyona KJK'ê, komkujiya Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê hate kirin şermezar kir û ji bo komkujî û qirkirineke nû neyê kirin banga piştgiriya bi cikava Êzidî û Şengalê re kir. Koordînasyon’e got, heya statûya siyasî ya Şengalê bê naskirin ewê xwedî lê derbikivin û piştgiriya wan bikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

 

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û DAIŞ a ku 3'ê Tebaxa 2014'an de komkujî li Şengalê kir, hikumeta AKP'ê ya qirker û hevkarên wê yên piştgirî dan vê komkujiyê, şermezar kir.

 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di demekê de ku êşa civaka Êzidî hê neqediya bû, birînên wan hê teze bû ev êrîş hatiye kirin û hat gotin, "Di demekê de ku êşên civaka Êzidî hê dewam dikir, birînên wan hê teze bûn û jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de li benda rizgarkirinê bûn, AKP û PDK'ê roja 3'ê Adarê careke din êrîş kirin. Ev hêzên çete, hê jî li Xanesorê gefê li civaka me ya Êzidî dixwin. Em van êrîş û hêzên siyasî yên DAIŞ'ê bi hêrs şermezar dikin."

 

‘Divê Şengal xwedî sîstemeke xweser be’

 

KJK'ê diyar kir, pirsgirêka Şengalê ne tenê ya civaka Êzidî ye, pirsgirêka tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir:"Kengî Şengalê bi sîstemeke rêveberiya xweser xwe bi rê ve bir, xwe parastin û bi vî rengî cihê xwe li nava Rojhilata Navîn, li Kurdistanê girt, hingî wê Şengal rizgar bibe. Ev yek çareseriya herî rast a polîtîk e.

 

Di salvegera sêyemîn a komkujiyê de, PDK a ku ji bo statuya siyasî ya Şengalê qet xwe nalivîne, hebûna hêzên gerîlayên HPG û YJA Starê ku yekane hêza ku yekane hêz e ji bo paqijkirina Şengalê ji DAIŞ'ê kete nava tevgerê, kir bahane, pirsgirêka Şengalê berevajî kir û hewl da weke pirsgirêka PDK-PKK'ê bike rojev. Bi vî rengî rê li ber şehadetên nû vekir. Bi ti awayî li ber bombekirina Şengalê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve ranebû û hevkariya xwe ya siyasî, leşkerî û îstîxbaratî di çarçoveya peymanên navbera xwe de dewam kir."

 

‘Divê hêzên Kurdistanî ji bo Şengalê bi berpirsyariyên xwe rabin’

 

Di dewama daxuyaniya KJK'ê de bal hat kişandin ser berpirsyariya dîrokî ya hemû rêxistinên Kurdistanî, hemû hêzên parastinê yên Kurdistanî li pêşberî civaka Êzidî û hat gotin, "Hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de ne û êrîş û xeteriya komkujiyê li ser Şengalê hene. Mîna ku civaka me ya Êzidî dibêje; Şengal rizgar bû, lê azad nebû. Bêguman azadiy Şengalê bi avkairina paşeroja demokratîk a Kurdan û hemû gelên me yên Rojhilata Navîn dibe."

 

'Nabe ku em Şengalê di nava hovîtiyeke nû de bihêlin'

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku civaka Êzidî hêza xwe ya xweparastinê va kiriye, lazim e her kes rêz û hurmetê nîşanî vê rêxistinbûna civaka Êzidî bide, vê îradeyê nas bike û hat gotin, "Lewma ji bo naskirina YBŞ û YJŞ'ê, ku hêzên parastina Şengalê ne, ji bo destekkirina wan, her wiha ji bo naskirina Meclîsa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî, têkoşîn divê. Ev yek ji bo hurmeta li civaka me ya Êzidî ferz e. Plan û polîtîkayên ku bi êrîşên qirkirinê û gefan hewl didin vîna civaka me ya Êzidî qels bikin, yekîtiya wan xera bikin, li dijî berjewendiyên civaka me ya Êzidî, gelê Kurd û Kurdistanê ne. Her wiha li exlaq û wijdanê jî nayên. Li gel vê wezîfeya girîng, PDK û hin hêzên siyasî hewl didin hebûna gerîla ya li Şengalê weke problemekê nîşan bidin. Ev helwest ji aliyê siyasî ve fiyasko ye, her wiha Şengalê dixe nava hovîtiyek nû. Ev sekna siyasî, ku li dora berjewendiyên xwe yên siyasî digere û civaka Êzidî jî li ser bingeha van berjewendiyên xwe dike bazarê, karekî dijberiyê ye û xizmetê ji siyaseta qirker re dike."

 

‘Divê çeteyên ji aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin ji Xanesorê vekişin’

 

KJK'ê mirovên di 3'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Em mirovên xwe yên 3'ê Tebaxê Roja Şînê ya Neteweyî de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û dixwazin careke din vê bêjin. PDK a ku gel di nava lepên DAIŞ'ê de hişt û bi vekişandina hemû hêzên pêşmergeyan ji Şengalê kir ku hovîtî li civaka me ya Êzidî bê kirin, divê hêzên çete yên çekdar ên ji aliyê hikumeta AKP'ê ya faşîst ve li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin, tavilê ji Xanesorê vekişîne. Pêwîste biryarên vîna siyasî ya civaka Êzidî nas bike, hurmetê nîşanî hêzên wan ên parastinê bide. Bendewariya hemû jin û gelê Kurd ev e. Ev yek di heman demê de wê bibe gavek ji bo çareserikrina sûcê li Şengalê li dijî gel hate kirin. Heta ku ev gav neyê avêtin, we polîtîkaya PDK'ê ya li ser Şengalê rê li ber êrîşên nû û hovîtiyê veke."

 

'Divê her kes piştgiriyê bide civaka Êzidî'

 

KJK'ê ji her kesî xwest, ku piştgiriyê bide civaka Êzidî û wiha dewam kir: "Em bang li hemû jinan, Kurdistaniyan û mirovahiya pêşverû dikin, ku xwedî li vê birîna wijdanê mirovahiyê Şengalê derkevin û hesab ji qirkeran bipirsin. Li her cihî bi çalakiyên xurt bibin dengê jinên Êzidî. Em bawerin, hemû hêzên piştgiriyê diidn Şengalê wê van hewldanên xwe xurtir bikin. Xwedîderketina li Şengalê xwedîderketina li rûmeta me, li jinbûna me, li nasnameya me û li azadiya baweriya me ye. Lewma, em hemû mirovên xwe yên 3'ê Tebaxê Roja Şîna Neteweyî jiyana xwe ji dest dan, hemû hevrêyên xwe yên gerîla û ciwanên leheng ên Êzidî yên di rizgarkirina Şengalê de şehîd bûn bi minetdarî bibîr tînin û li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

 

‘Em vê komkujiyê ji bîr nakin û emê nehêlin were ji bîr kirin’

 

Koordînasyona KJK'ê ragihand, komkujiya 3'ê Tebaxê wê ti carî neyê jibîrikrin û got, "Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin û nehêlin bê jibîrkirin. Heta ku Şengal azad bibe, heta ku statuya xwe ya siyasî bê naskirin, em ê xwedî li Şengalê derkevin. Em bang li civaka xwe ya Êzidî jî dikin ku bi taybetî hêza xwe ya parastinê mezin bike, bang li ciwanên Êzidî dikin ku cihê xwe di nava hêzên parastinê de bigirin, bang li jin û civaka xwe ya Êzidî dikin ku rêxistinbûna xwe ya siyasî xurtir bikin. Ev yek wê bibe bersiva herî girîng li komkujiyan. Divê bê zanîn; Şengal bi tenê nîne, wê bi tenê nemîne."