1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Kongreya Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê
Kongreya Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê,kongreya,organîzasyona,civakî,û,çandî,ya,kurd,a,adigeyê

Kongreya Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê

Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê bi beşdariya 100 delegeyên ji heft herêmên cihê konferansa xwe ya 16’emîn li dar xist

A+ A-

Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê ya li Komara Xweser a Adigeyê ya bi ser Rûsyayê bi beşdariya 100 delegeyên ji heft herêmên cihê konferansa xwe ya 16’emîn li dar xist.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn hate kirin. Huseyîn di axaftina xwe de got ku, “Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê-Agirî saziyeke wisa ye ku bi kêşeyên cihê yên gelê me re eleqedar dibe û di demên herî dijwar de li ba gelê xwe ye. Di heman demê de ji bo bûyerên li Kurdistanê jî bi saziyên cihê yên Kurdistanê re têkilî daniye. Vê Organîzasyona me ya Agiriyê ya ku gelê me bi derfetên kêm li xûrbetê ava kiriye, ne bi tenê ji bo Kurdan ji bo gelên din jî qîmeta xwe heye.”

Piştre jî siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî û got, “Ji bo ku em li Rûsyayê nekevin ber pêlên pergalê divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Tekane tişta me ya ku em ji gelên din cihê dike, rêxistinbûna me ya xurt e. Heke em rêxistinbûna xwe xurt bikin em ê dikarin xebatên mezin bikin û ji bo gelên din jî dikarin pergaleke mînak a rêxisitinbûnê ava bikin.”

Piştî axaftinan nîqaş hatin kirin û bi navê Çand û Huner, Ciwan, Jin, Ekonomî û Dîplomasî pênc komîte hate avakirin. Di heman demê de heyeta rûspiyan a girêdayî meclîsê jî hate avakirin ya ku ji 5 kesan pêk tê.

Di hilbijartinan de jî ji dêvila Feyzo Huseyîn ê ku Hevserokê Organîzasyona Civakî û Çandî ya Kurd a Adigeyê-Agirî bû, Tahir Ahmet û Sînem Biroyeva hatin hilbijatin. Ji bo meclîsê jî 43 kes hatin hilbijartin.