1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Başûrê Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan dibe kevneşopiyek
Li Başûrê Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan dibe kevneşopiyek,li,başûrê,kurdistanê,kuştin,û,xwekuştina,jinan,dibe,kevneşopiyek

Li Başûrê Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan dibe kevneşopiyek

Di demên derbasbuyî de gelek bûyerên kuştin û xwekuştin jinan li Herêma Kurdistanê pêkhat. Berdevkê polîsên Silêmanî Serkewt Ehmed jî got ku piraniya kuştinan pirsgirêkên civakîne

A+ A-

DANA OMER / ROJNEWS

 

Şeva 24’ê Hezîranê  li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê cenazeyê jin û zilamek di mala wan de  kuştî hatin dîtin.  16’ê Hezîranê  jî cenazeyê jinekê 20 salî di nava wesayîtekê de li bajarokê Debaşan ya bajarê Silêmaniyê hate dîtin. Ev hinek ji wan bûyerên kuştinane ku li gelek navçe û bajarên Herêma Kurdistanê pêktine  û li ser piraniya van bûyeran jî ti kesek nehatine girtin.

 

Têkildarî kuştina jin û zilamê li Silêmaniyê  Berdevkê Polîsên Silêmanî Serkewt Ehmed diyar kir ku ew jin û zilam xelkê bajarê Hewlêrê bûn, dibe ku kûştina wan girêdayî pirsgirêkên civakî bin û got ku niha lêkolîna wan ya li ser bûyerê berdewam dike.

 

 

RojNews ji bo agahiyên zêdetir, çû cihê bûyerê. Li ser bûyerê ciranekê ku nexwest wêne û navê xwe eşkere bike  wiha got: “Malek bû ku gelek kêm di hat dîtin. Dema ku di hatin û çûna li gel zarokên xwe dem me di dît.  Lê ti caran ne di hatin li gel me, ev bûyer ji bo me ji pir balkêş bû.”

 

 

Navê ew jina di wesayîtê de li navçeya Debaşanê bajarê Silêmaniyê hatiye dîtin Tenya Niyaze. Li gorî axaftinên hevserê Tanya dema ew ji xew rabûye , dît ku hevsera wî ne li male û li gel xizmên li hevsera xwe geriyane û got ku  cenazeya wê herî dawî li navçeya Debaşan hatiye dîtin.

 

 

 Li ser serê Tanya Niyaz  tenê şopek guleyê ku bi demanceya hevserê xwe ku endamê hêzên ewlekarî bû hebû.

 

Têkildarî bûyerê  dayika Tanya di nav taziyê de ji ajansa me re ragihand ku ti pirsgirêkek Tanya nebû,  çima xwe bi kûje û destnîşan kir ku ma keça wê dîn bû ku xwe bikuje.

 

Berdevkê polisê Silêmanî Serkewt Ehmed li ser bûyera kûştina Tanya Niyaz jî ev gotin kir: “Lêkolînên me li ser bûyerê berdewame, tîmên me ew belgeyên bi dest xistine dayîne ber destê dadger. Saziya tiba edlî jî  li ser bûyerê agahiyên xwe gotine ku yan xwekuştine yan jî destê kesekê din nava bûyerê de heye.”

 

Serkewt Ehmed wiha domand: “Me axaftinên xizmên kesên hatine kuştin ji girtiye. Lê  heya niha ji sedî sed em ne gihiştine wê qenaetê ku ev buyera xwe kuştinê be. Lê di aliyê xwekuştinê de em diçin temaşeyê tevahiya wêneyan ku bişînin berdestê dadger. Heya niha dîmenên kamerayan ne gihiştine berdest dadger.”

 

 

Derbarê zêdebûna bûyerên kuştin û xwe kuştinên  li herêma Silêmaniyê de Serkewt ev gotin kir: “Pirsgirêk piranî civakî yên wan kesanin ku ji derve parêzgeha Silêmanî hatine Silêmanî.  Krîza darayî ji bandora xwe li ser van bûyerên kuştinê hene. Lê heya niha kesek li ser pere ne hatiye kuştin.”

 

Her wiha Serkewt Ehmed diyarkir ku aramiya Silêmaniyê têk neçûye, ji ber ku pirsgirêkên heyî civakîne û got: “Kes ne hatine li ser kolanan û kesekê ne kuştiye, li ser vê kesê aramiya bajar têk nedane.”

 

Bûyerek din ku di 2’ê Hezîranê de li navçeya Zaxo girêdayî parêzgeha Duhokê pêkhat, keçekê bi navê Lîna Welîd a temenê 16 salî winda bû û piştî 5 rojan ji aliyê polîsên navçeyê ve hate dîtin. Cenazeyê wê jina ciwan ji bo lêkolînê hatiye rakirina nexweşxaneyê. Lê hîna diyar nebûye ku ew bi çi awayî jiyana xwe ji dest daye.

 

 

Derbarê jiyana xwe ji destdana Leyla Welîd de Berdevkê Polîsên Duhokê  Hêmin Silêman diyar kir ku cenazeyê Lîna di robarê Xabûr de li nêzî gundê Çemişko hatiye dîtin, heya niha ne hatiye zanin xwe kuştiye yan hatiye kuştin.