1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mala Gel a Şengalê ji bo Şengaliyan banga alîkariyê kir
Mala Gel a Şengalê ji bo Şengaliyan banga alîkariyê kir,mala,gel,a,şengalê,ji,bo,şengaliyan,banga,alîkariyê,kir

Mala Gel a Şengalê ji bo Şengaliyan banga alîkariyê kir

Mala Gel a Şengalê ji bo gelê Şengalê yên vegeriyayî li ser cih û warên xwe banga alîkariyê kir

A+ A-

IBRAHÎM ÊZIDÎ /ŞENGAL/ROJNEWS

 

Piştî 3’ê salên koçberiyê êdî gelê Êzidî vedigere li ser cih û warên xwe, lê gelê ku vedigere ji bo ji nûve avakirina warên xwe pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

 

Li gor daneyên me ji Mala Gel a Şengalê girtîne heya neha nêzî 2 hezar û 600 malbat vegeriyane Şengalê. Derbarê mijarê de Endamê Mala Gel a Şengalê Hadî Mehlo ji ajansa mera axivî û got: "Em wek Mala Gel a Şengalê her kesî ku vedigere Şengalê alîkariya ku  ji destê me tên  bi ser wande belav dikin. Lê pêwîstiya gelê me bi alîkarî û xizmetên  zêdetir heya. Bi taybet paqij kirina navenda bajêr, ji ber ku heya niha li hin cihên Şengalê û li bin avahiyên rûxayî de cenazeyên çeteyên DAIŞ'ê hene. Nehatina rakirin  ev jî dibe sedem ku gelê me nexweş bikeve û bi taybet zarok."

 

'Pirsgirêka nebûna bijîşkan heye'

 

Mehlo axaftina xwe wiha domand; "Ji xwe li vir  pirsgirêka nebûna bijîşkan heye, ger  kesek nexweş bi keve, gel neçar dibe ku nexweşên xwe bibin Rojava yan jî Başûr. Niha di nava bajarê Şengalê de gelek malbat hene kirêya wan ya  ku li rê  bidin û  pê biçin Başûr yan  jî Rojava tineya û kesek alîkariyê ji bo wan nake."

 

Mehlo bal kişand ser sedema nevegera gel a li gundên başûrê Şengalê û got: "Ji ber nakokiyên li navbera pêşmerge û Heşdî el Şebî de gelê me nikare vegera ser gundê xwe yên li başûrê Şengalê, her kesî xendeqa pêşmergayan a ber bi wan gunda ve derbas bike, êdî pêşmerge rê nadin carek din vegere vî milî. Ji  ber jêre dibêjin tu endamê Heşdî el Şebî  û mafê te tuneya tu werî Şengalê. Ev jî bûye sedem ku gelê me nikare vegera ser gundewarên xwe û cardin dest bi jiyana xwe bike."

 

Banga ji bo alîkariyê!

 

Endamê Mala Gel a Şengalê Hadî Mehlo herî dawî  bang li rêxistnên mafên mirovan kir û got; "Her kesê ku xwe xwedî wijdan di bîne  bila berê xwe bide Şengalê û dest bi ava kirina Şengalê bike, da ku carek din gelê me karibe  li cihê xwe vegere û li ser axa xwe bijî. Ji ber gelê me têra xwe zehmetî dîtine ev sê salin li bin konande û li dervey Şengalê jiyan dikirin, em hêvî darin ku her kes kar bike, ji bu gelê me karibê  jiyanek sade û dûr ji nexeşiyan jiyan bike."