1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meleyên Erdogan wê hê jî dersa olî bidin
Meleyên Erdogan wê hê jî dersa olî bidin,meleyên,erdogan,wê,hê,jî,dersa,olî,bidin

Meleyên Erdogan wê hê jî dersa olî bidin

A+ A-

Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) ku li Elmanyayê bi qasî 900 mizgeftên xwe hene, weke şûbeyeke rejîma Erdogan li Elmanyayê dixebite. Wezîfedarên olî yên ji DÎTÎB'ê ku meleyên saziya Diyanetê ya dewleta Tirk in, derketibû holê ku di dema dawî de agahiyên li ser Kurdan û mûxalîfên rejîma Erdogan kom kirine û ji MÎT'ê re şandine.

Tevî vî karê sîxuriyê, kirina propaganda rejîma Erdogan û pêşîgirtina li ahengiya navbera civakan jî destê Elmanya ji DÎTÎB'ê nabe. Hikumeta Federal hê jî ji bo projeyên cuda yên DÎTÎB'ê pereyan dide vê saziyê. Wezareta Çandê ya Eyaleta Hessenê, ji bo sala 2018'an a perwerde-hîndekariyê, biryareke nû da ku bi meleyên DÎTÎB'ê re bixebite.

Li gorî vê yekê, wê li 56 dibistanên seretayî û 12 dibistanên din, meleyên DÎTÎB'ê dersa dînî bidin 3 hezar û 300 xwendekaran. Balkêş e ku wezaretê di biryara xwe de bang li DÎTÎB'ê dike ku heta dawiya sala 2018'an îspat bike ku 'saziyeke serbixwe' ye. Ji bo sala 2019'an divê DÎTÎB îspat bike ku têkiliya xwe bi dewleta Tirk re nîne.

Rêveberiya eyaleta Hessenê ku lêpirsînên li dijî DÎTÎB'ê hatin vekirin ji nedîtî ve dît, li ser sîstema endametiyê û rewşa wê ya îdarî agahî ji DÎTÎB'ê xwest. Li gorî van agahiyan, wê biryar bê dayin ku DÎTÎB saziyeke serbixwe ye yan na.

WEZÎR JI BO AGAHIYA ŞÊNBER GOT 'GUMAN'

Wezîrê Çandê yê Eyaleta Hessenê Alexander Lorz, ji bo bersivê bide pirsa "Bi DÎTÎB'ê kar divê bê kirin?" rapora heyeta pisporan eşkere kir û got, "Nehat îspatkirin ku gumana dersên dînî di bin bandora hikumeta Tirk de tê dayin." Lê belê rêveber û meleyên DÎTÎB'ê ji xwe ji aliyê dewleta Tirk ve weke kadroyên xwe yên karmend ji Elmanyayê re tên şandin.

Hikumeta Elman ku li gorî salên bihurî alîkariya ji bo DÎTÎB'ê 80 ji sedî kêm kir, plan dike ku ji bo sala 2018'an 297.500 Euro bide. îsal jî Wezareta Malbat, Jin û Ciwanan a Federal 1 milyon Euro pere da DÎTÎB'ê. Ji sala 2012'an û vir ve wezaretên cuda yên federal bi giştî 6 milyon Euro alîkariya pereyan daye DÎTÎB'ê.