1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. NAV-DEM: AKP neçar e hesabê Roboskî bide
NAV-DEM: AKP neçar e hesabê Roboskî bide,nav,dem,akp,neçar,e,hesabê,roboskî,bide

NAV-DEM: AKP neçar e hesabê Roboskî bide

NAV-DEM'ê got, "AKP neçar e hesabê komkujiya Roboskiyê bide. Ji bo eşkerekirina rûyê kujer ê AKP'ê û ji bo hesabpirsînê em bang dikin ku di her astê de têkoşîn were geşkirin."

A+ A-

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), têkildarî salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li Roboskî beriya niha bi 6 salan di encama bomberdûmana balafirên şer de piraniya wan zarok û ciwan 34 kes bi barbarî hatin kuştin.

'ENCAMA POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "dewleta Tirk a mêtinger, bi polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî, siyasî, dagirkerî, leşkerî û talana aboriyê ji aliyekî ve gel birçî dihêle û hewcedar dike, li aliyê din jî bombeyan li ser Kurdên ku li ser sînor bazirganiyê dikin dibarîne.

Dewleta faşîst a AKP-MHP'ê her roj li ser sînorên Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gule li Kurdan dibarenîne û dikuje. Kurd li ser axa xwe neçar tên hiştin ku bazirganiya li ser sînor bikin û ji aliyê hêzên mêtinger ve timî tên kuştin.

Di dîroka 40 salî ya têkoşîna me ya azadiyê de bi milyonan Kurd û Kurdistanî neçar hatin hiştin ku ji cih û warên xwe koç bikin û berê xwe bidin metropolan û derveyî welat. Yên li dijî polîtîkayên valakirin û bêînsanhiştina Kurdistanê li ber xwe didin, bi êşkence, zindan û komkujiyê hewl tê dayin bên tepisandin.

Komkujiya Roboskî weke encameke polîtîkayên şerê taybet pêk hatiye.

Ev komkujî di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de bûye yek ji komkujiyên herî barbar. Rastiya li pişt komkujiya Roboskiyê, zîhniyeta AKP'ê ya dijminatiya li Kurdan e. Komkujiya Roboskî, bêyî ku hurmet ji pîvanên şer re bê nîşandan, bi rengekî plankirî û zanebûn hatiye kirin. Yên ku komkujî plan kirine û biryara wê dane Erdogan û hikumeta AKP'ê ne. Ji ber vê yekê, tevî ku 6 sal di ser re derbas bûne hê berpirsyarek nehatiye girtin, neketiye ber lêpirsînê."

'HETA KU HESABÊ ROBOSKÎ NEYÊ DAYIN...'

NAV-DEM'ê destnîşan kir ku heta komkujiya Roboskî neyê ronîkirin û sûcdar neyên cezakirin, bi navê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê ti gav nayê avêtin û wiha dewam kir: "Sûcdar dewleta AKP'ê ye. AKP neçar e hesabê komkujiya Roboskiyê bide. Weke NAV-DEM'ê em weke deynê xwe yê wijdanê dibînin ku hesabê bi sedan ciwan, jin û zarokên li Roboskî û di komkujiyên din ên Kurdistanê de hatin kuştin, bipirsin.

BANG

Hesabê Roboskî wê teqez bê pirsîn. Ji ber vê yekê em bang li gelê Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê, hemû hêzên şoreşger-demokratîk dikin ku ji bo eşkerekirina rûyê kujer ê AKP'ê û hesabpirsînê, di her astê de têkoşînê geş bikin.

Em ji malbatên mirovên di vê komkujiya hovane de jiyana xwe ji dest dan û gelê Kurd re careke din sersaxiyê dixwazin."