1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. NY: Her sal zêdetirî 4 hezar penaber jiyana xwe ji dest didin
NY: Her sal zêdetirî 4 hezar penaber jiyana xwe ji dest didin,ny,her,sal,zêdetirî,4,hezar,penaber,jiyana,xwe,ji,dest,didin

NY: Her sal zêdetirî 4 hezar penaber jiyana xwe ji dest didin

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li pey hev ev 4 sal in li giştî cîhanê hejmara penaberên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kiriye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berdevkê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya NY (IOM), Joel Mîllman, di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenevre ya NY li dar xist, got: "Îsal li giştî cîhanê 4 hezar û 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Li pey hevdu 4 sal in hejmara penaberên jiyana xwe ji dest dane li ser 4 hezarî ye.”

 

Mîllman, bi bîr xist ku sînorê 4 hezarî sala 2016’an 3’yê Hezîranê, sala 2015’an 27’ê Tebaxê û sala 2014’an 2’yê Cotmehê derbas bûye.

 

Mîllman diyar kir ku îsal 133 hezar û 640 penaberan di Derya Spî re gihiştine Ewropayê û da xuyakirin ku ji wan penaberan ji sedî 75 hatine Îtalya.

 

Mîllman got, "Îsal 2 hezar û 556 penaberên hewl didan di Derya Spî re bigihêjin Ewropayê jiyana xwe ji dest dane.” Li gor daneyên IOM, îsal 45 penaberên xwestin di Derya Egeyê re xwe bigihînin Yewnanîstanê jiyana xwe ji dest dane.

 

Mîllman, da xuyakirin ku li sînorê DYA-Meksîka jî 263 koçberan jiyana xwe ji dest dane.