1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Peresan ji nû ve: Li Fas´ê bermayiyên mirovan ên 300 hezar salî hatin dîtin
Peresan ji nû ve: Li Fas´ê bermayiyên mirovan ên 300 hezar salî hatin dîtin,peresan,ji,nû,ve,li,fas,ê,bermayiyên,mirovan,ên,300,hezar,salî,hatin,dîtin

Peresan ji nû ve: Li Fas´ê bermayiyên mirovan ên 300 hezar salî hatin dîtin

Li gundekî Fas´ê, fosîlên Homo Sapîens ên 300 hezar salî hatin dîtin û dîroka mirovahiyê 105 hezar salên din kevintir derket

A+ A-

Bi dîtina fosîlên 300 hezar salî yên mirovên modern (Homo Sapîens) re nexşeya peresana (evolution) mirovan teşeyeke nû girt.

 

Fosîlên Homo Sapîens ên berê hatibûne dîtin 195 hezar salî bûn. Li Fas´ê, li herêma Yusifiye li nêzî gundê Cebel Îhud fosîlên 300 hezar salî hatin derxistin. Ev yek teza ku li seranserê Afrîkayê komên bi hev ve têkildar peresîn bûne, anî rojevê.

 

Ji Înstîtuya Antropolojiya Peresînî ya Max Planck´ê paleoantropolog Philipp Gunz di gotara xwe ya di kovara Nature de dibêje; ”Em ne ji dergûşeka bi tenê ya Rojhilatê Afrîkayê peresîn bûn.”

 

Zanyarên li ser van fosîlan dixebitin, niha li ser kûr dibin ku ruyê van fosîlan û ya Homo Sapîensên dema nêzîk dişibine hev lê mêjiyên wan cuda ne.

 

Fosîlên Etîyopyayê

 

Fosîlên herî kevin ên Homo Sapîensan li Bakurê Afrîkayê li Etîyopyayê hatibû dîtin ku ji dîroka 195 hezar salî ve mabûn. Ji ber vê jî wisa dihat pejirandin ku Homo Sapîens li Bakurê Afrîkayê li herêmeke bi tenê peresîn bûye û beriya 70 hezar salî ji Afrîkayê li seranserê cîhanê belav bûye. Lê ji Enstîtuya Max Planck´ê Jean-Hublin û lêkolînerê fasî Abdulwahîd bîn Nasir li gel koma xwe ji sala 2004´an û vir ve li Cebel Îrhud´ê xebatên xwe didomînin û heya niha li gel kiloxan, rast li amûrên tûj jî hatine û ji amûrên ku şewitîne jî, gihîştine encama ku ji bo pijandina xwarin, agir dadane. Di encama lêkolîna bi rêbaza termolumînesans´ê ya li ser ka ev amûr çend sal berê şewitîne de, encama 300 hezar sal berê derket. Bi vê yekê re nêrîna ku ev kelaxên hatine dîtin jî divê yên heman demê bin derket holê. Li gel temenê çene û diranan kitekitên anatomîk diyar kirin ku hestî weke Neandertal´an ne yên komeka din a Homînîd in, lê yên Homo Sapîens in.

 

Xizmên herî nêz ên Homo Sapîens şempanze û bonobo ne. Piştî ji heman bavikî bi dûr ketin, bavikên mirovên modern cureyeka din ava kirin û ev weke Homonîd hatin binavkirin.

 

Fosîlên li Cebel Îrhud´ê nîşan didin ku Homo Sapîens bi komikên bi hev ve têkildar, li seranserê Afrîkayê peresîn bûne. Ji Zanîngeha Wisconsîn´ê John Hawks jî diyar dike ku ev nêrîneke di cî de ye, lê amûr dikare ji aliyê Homînîdan ve jî hatibine bikaranîn.

 

Hûn dikarin li Metroyekê li hev rast bên

 

Bavikên li Cebel Îrhud´ê xwedî çeneyeke piçûk, ruyê wan rast û fireh bû, ango ji mirovên niha ne pir cuda bû. Jacques.Hublîn dibêje; ”Ruyê wan weke ruyê kesekî ji rêzê ye ku hûn dikarin îroj jî li metroyê lê rast bên.”  Lê mêjiyên wan zêde nedişibiya ya mirovên niha.

 

Dr. Gunz diyar dike ku di pêvajoyeke dawîn a peresanê de dikare mêjiyê mirovan teşeyeke gilover girtibe û du beşên pişta mêjî di nav hezaran salan de mezin dibin.

 

Agir dadidan û amûran çêdikirin

 

300 hezar sal berê mirovên li Cebel Îrhud´ê dikaribûne agir dadin, ji daran çekên mîna rim çê bikin û bi vana, li Saharayê ku deşteka pir fireh e, nêçîra xezal û ajalên din bikin. Li herêmeka din a 32 km li başûrê Cebel Îrhudê jî amûrên wisa tûj hatine dîtin. Ev jî nîşan dide ku Homo Sapîensên dema nêz dikaribûne li herêmeke berfireh belav bibin û çavkaniyan bikar bînin. Li deverên din ên Afrîkayê jî gelek amûrên tûj ên ji heman serdemê mayî hatibûne dîtin û zanyar di nav tatêlê de bûn ka eva amûr ji aliyê kê ve hatine çêkirin. Lê fosîlên li Cebel Îrhud´ê hatine dîtin nîşan didin ku ev amûr dikare ji aliyê Homo Sapens´ên dema nêz ve hatibine çêkirin.

 

Wergera Kurdî: Amîda Kurd