1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûkên Ocalan bi 9 zimanan ji Google Play dikare bên peydakirin
Pirtûkên Ocalan bi 9 zimanan ji Google Play dikare bên peydakirin,pirtûkên,ocalan,bi,9,zimanan,ji,google,play,dikare,bên,peydakirin

Pirtûkên Ocalan bi 9 zimanan ji Google Play dikare bên peydakirin

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rêya bernameya Netewa Demokrat, bi 9 zimanan ji Google Play Store dikarin bên peydakirin

A+ A-

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi navê "Parastina Mirovê Azad", "Parastina Gelekî", "Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk", "Sosyolojiya Azadiyê," "Nîşaneya Pîrozmenî û Lanetê, Dîroka Herêma Riha-Dîcle/Firatê", "Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê, li Kurdistanê Modelên Çareseriyê/Nexşerê", "Li dijî Modernîteya Kapîtalîst, Konkseptên Alternatîf û Lêgerîna Kurdan", "Neteweya Demokratîk" di bernameya navborî de hene.

Pirtûk di vê bernameyê de bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî û bi zimanên Tirkî, Farsî, Erebî, Îngilîzî, Fransî, Elmanî, Îtalî û Spanî bi PDF dikarin bên xwendin.

Ev bernameya ku ji aliyê Ararat Group ve hatiye amadekirin, heta niha zêdeyî 1000 kesî daxistiye.

Bername li telefonên mobîl ên bi Adroîd û tabletan dikare bê daxistin.

Her wiha hesabên xwe yên "facebook, twitter û instamram" jî hene.

Ji bo daxistina bernameyê: https://play.google.com/store/apps/details?id=net.netewademokrat.netewademokrat