1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. QSD’e bîlançoya roja 28’an eşkere kir
QSD’e bîlançoya roja 28’an eşkere kir,qsd,e,bîlançoya,roja,28,an,eşkere,kir

QSD’e bîlançoya roja 28’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê roja 28’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşekre kir. QSD’ê diyakir ku 24 seatên dawî de 9 wesayîtên leşkerî û tank hatine rûxandin

A+ A-

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya roja 28’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di 24 seatên dawî de 9 wesayîtên leşkerî û tank hatine îmhakirin û bi dehan çete jî hatine kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

ENIYA EFRÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Nûsra û DAIŞ’ê bi çekên giran gundê Stêrk kir hedef. Êrîşa çetyan a li ser gund heya direngiya şevê domkir û di encamê de zirarekî mezin gihiştine malên sivîlan.

Li aliyê din şevê din balefirên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê geriyan. Seat 03:30’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Ezazê gundên Cuqê û Stêrk kirin hedef.

ENIYA CINDIRÊSÊ

Şevê din şervanên me li li derdora gundên Dêwa di seat 03:30’an de 4 wesayîtên leşkerî yên artêşa Trik a dagirker kir hedef û bi temamî rûxandin

Dîmenê li jêr rûxandina wesayîtên leşkerî ne;

Her wiha şevê din li derdora gund jî wêneyên zarokên ku Artêşa Tirk wan di êrîşên li ser Efrînê de bi kar tîne, hatin belavkirin. Di wêneyan de diyar bû ku girûpek zarok di nava alavên leşkerî de ne û ji wir herêma Cindirêsê tê topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker goristana Ebdulrehman kir hedef û careke din rûyê hovitiya xwe nîşan da.

Îro di seat 07.00′ê sibehê de balefirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê herêmê geriya.

Di seat 13.00′an de jî Artêşa dagirker gundê Sendîkanê bi çekên giran kir hedef.

Di saetên piştî nîvroj de jî Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê hewl dan eniyên li gundên Mehemediye pêşve biçin. Di bersivdayîna şervanan de şer derket, artêşa dagirker û çeteyên wê derbeyên giran xwarin, cenazeyên xwe li qadê hiştin û reviyan.

ENIYA ŞERA

Şevê din balefirên artêşa Tirk a dagirker di seat 21:00’an de bombe li gundê Baflûnê barandin û malên sivîlan kir hedef.

ENIYA RACO

Şevê din hêzên me tevgera wesayîtên zirxî ya artêşa Trik a dagirker li gundê Kaniya Batmanê şopand û piştre kir hedef.

Duh di seatên piştî nîvro de jî gundê Xerabî Sorik ji aliyê Artêşa Tirk a çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê ve bi çekên giran bû hedefa dagirkeran. Di encamê de zirarekî mezin gihîşt malên sivîlan û mizgefta gund hate rûxandin.

Her wiha Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê gundê Hec Xelîl û derdora Çiyayê Mîra bi çekên giran kir hedef

Hêzên me şevê din li gundê Şadiya kemînek li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê danî. Di encamê de wesayîtekî leşkerî û tankek bi temamî hatin rûxandin. Bi dehan leşker û çete hatin kuştin.

ENIYA ŞIYÊ

Hêzên me şevê din tevgera Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê li derdora gundê Ceqela şopandin û kemînek vedan. Di encamê de erebeyeke Artêşa Tirk bi temamî hat rûxandin, hemû leşker û çeteyên di hundirê wê de hatin kuştin.

Têkiliya dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ û El Nûsra re çareke din bi belgeyan derket holê. Derbarê vê yekê de li eniya Cindirêsê dîmenên ku çeteyên El-Nusra, leşkerên Tirk ên birîndar radikirin, hatin belavkirin.