1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Reuters: Iraq Deriyê Xabûr kir bin kontrola xwe
Reuters: Iraq Deriyê Xabûr kir bin kontrola xwe,reuters,iraq,deriyê,xabûr,kir,bin,kontrola,xwe

Reuters: Iraq Deriyê Xabûr kir bin kontrola xwe

Rayedarên Iraqê ragihandin ku Deriyê Sînor ê Xabûr ê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ji pêşmergeyan girtine û niha di bin kontrola hêzên Iraqê de ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rayedarekî Iraqî yê Gumrikê agahî da ajansa nûçeyan a Reuters’ê û li gorî nûçeya hatiye parvekirin, artêşa Iraqê tevî artêşa Tirkiyeyê kontrola Deriyê Sînor ê Xabûr ji hêzên pêşmerge girtine.

 

Rayedarên Tirkiyeyê piştî pêkhatina referandûmê gotibûn wê deriyekî alternatîf ku jêre dibêjin ‘Ovakoy’ vekin û bi vî awayî rasterast bi Iraqê re di nava pêwendiyê de bin û weke rêyeke bazirganiyê bi kar bînin. Bi girtina Deriyê Xabûr re êdî wê pêwîstî bi vî deriyê alternatîf were dîtin an na jî di rojên pêş de diyar bibe.

 

Her wiha gotibûn ku wê ji niha û  şûn ve tenê mûxatabên wan dewleta Iraqê be ne Hikûmeta Herêmê.

 

Li gorî daxuyaniya rayedarê Iraqî, Deriyê Xabûr ku li aliyê Başûr jêre tê gotin Deriyê Îbrahîm Xelîl dewrî hêzên Iraqê hatiye kirin.

 

Deriyê Sînor ê Xabûrê dikeve navbera bajarê Başûrê Kurdistanê Zaxo û navçeya Silopiyê ya ser bi bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê. Lê, li gorî sînorên dewletê dibe deriyê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de.

 

Kontrola Deriyê Xabûr heya niha di destê Rêveberiya Herêma Kurdistanê de bû  û weke yek ji rêyên herî çalak a bazirganiyê di navbera Tirkiye û Hewlêr-Bexdayê de bû.

 

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Iraqê ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê Deriyên navneteweyî yên sînorî ku di destê Başûr de ye teslîmî hêzên Iraqê bike. Heya niha bi qasî tê zanîn Deriyê Sêmalka (Fîşxabûr) ketiye destê hêzên Iraqê. Lê hîn aqûbeta deriyê Hacî Omeran, Perwêzxan, Başmax ne diyar e.