1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rêveberiya Hewlêrê: Em ji diyaloga bi Bexdayê re amade ne
Rêveberiya Hewlêrê: Em ji diyaloga bi Bexdayê re amade ne,rêveberiya,hewlêrê,em,ji,diyaloga,bi,bexdayê,re,amade,ne

Rêveberiya Hewlêrê: Em ji diyaloga bi Bexdayê re amade ne

Hikumeta Hewlêrê ragihand ku, ew ji bo diyaloga bi Bexdayê re amade ne

A+ A-

Piştî ku di 16’ê Cotmehê de artêşa Iraqê û Heşdî Şabî, Kerkûk jî tê de gelek ‘herêmên bi nîqaş’ yên di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê de bi dest xist, hikumeta Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ji bo diyaloga bi hikumeta Bexdayê re amade ne.

Daxuyaniya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya duh bi şev weşandiye, wisa ye:

"Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de qala şerê li Pirdê yê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de tê kirin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku şer nesekiniye û divê krîz bi diyalogê were çareserkirin. 

Em piştgiriya vê daxuyaniyê dikin û em diyar dikin ku divê şer û krîza di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de were sekinandin.

Di heman demê de em piştgiriya vî tiştî dikin ku bila pirsgirêk di çarçoveya destûra bingehîn a Bexda û Iraqê were gotûbêjkirin."

ANF