1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Tableta 3 hezar û 700 salî ya trîgonometriyê hate dîtin
Tableta 3 hezar û 700 salî ya trîgonometriyê hate dîtin,tableta,3,hezar,û,700,salî,ya,trîgonometriyê,hate,dîtin

Tableta 3 hezar û 700 salî ya trîgonometriyê hate dîtin

Li Avusturalyayê tableta trîgonometriyê ya herî kevin hate dîtin

A+ A-

Arkeologên Avusturyayî di çarçoveya xebatên xwe de rast li tableteka ji kîlê çêkirî ya trîgonometriyê hatin. Tablet 3 hezar û 700 sal berê ve maye. 

Ji Zanîngeha New South Walesê Profesor Norman Wildberger û Doktor Daniel Mansfield dane zanîn ku terîfkirina qalibê ku weke ”Sêmenda Pîsagor” tê binavkirin, ji bo destnîşankirina armancên tabletan nîşaneyeke grîng e. Dr. Mansfield dibêje; ”Ev tableta herî kevin a cîhanê ye. Her wiha tableteka trîgonometrîk a bi temamî rast a serdema Babilan e.

 

Profesor Wildberger jî da zanîn ku ev tableta ji serdema Babîlan mayî ji xebatên stêrnasê yûnanî Hîpparkos jî ku wekî damezrênerê trîgonometriyê tê dîtin, kevintir e.

 

Trîgonometrî:

Di zimanê yunanî de ji trigōnon ”sêgoşe” + metron ”pîvandin” tê pê. Beşeke matematîkê ye ku li ser girêdana navbera qozî û goşeyên sêgoşeyê radiweste. Trîgonometrî li ser fonksiyonên trîgonometrîk ên mîna sînus û kosînusê hatiya avakirin û di beşa fîzîk û endezyariyê de tê bikaranîn.

 

Wergera ji tirkî: amidakurd.net

Agahiyên derbarê trîgonometriyê de ji wikipediyayê hatine girtin