1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xaniyên li Sûrê tevî eşyayên tê de tên xerakirin
Xaniyên li Sûrê tevî eşyayên tê de tên xerakirin,xaniyên,li,sûrê,tevî,eşyayên,tê,de,tên,xerakirin

Xaniyên li Sûrê tevî eşyayên tê de tên xerakirin

Li gel nerazîbûna civakê, bi kontrol û pêşengiya polîsên Tirk xaniyên li Sûrê tên xerakirin. Hêzên çekdar ên Tirk nahêlin ku welatî alavên xwe ji xaniyan derxînin û tevî alavên tê de xaniyan hildiweşînin

A+ A-

Li navçeya Sûr a Amedê, polîsên Tirk bi bendan dor li xaniyan girtine û li gel nerazîbûna civakê jî xaniyan xera dikin. Xaniyên welatiyên ku jê dernakevin, tevî alavên tê de tên xerakirin. Polîs û tîmên hilweşîner ên dewleta Tirk her wiha li welatiyên ku li ber hilweşandina xaniyan radibin dixin û wan binçav dikin. Şêniyên taxê, ku zêdeyî mehek e bê elektrîk û bê av in, li gel hemû astengiyan jî naxwazin ji xaniyên xwe derkevin.

Destûr nayê dayin ku malbatên ji Sûrê alavên xwe ji nava xaniyên xwe derxînin. Tê gotin, alavên ji xaniyan tên derxistin jî ji aliyê fîrma muteahît ve tên firotin.

'NE PÊKAN E KU YÊN VÊ DIKIN MISILMAN BIN'

Tîmên hilweşîner ên dewleta Tirk, ku bi lez û bez xaniyên welatiyan xera dikin, heta roja Sêşemê wext dane welatiyan ji bo ji xaniyên xwe derkevin û gef li wan xwarine ku eger dernekevin wê xanî bi serê wan ve birûxînin. Ji şêniyên Sûrê Mehmet Ak ji yek ji şahidên vê hovîtiyê ye, da xuyakirin ku xanî bi alavên tê de tên xerakirin. Ak destnîşan kir, ku ne pêkane yên vê dikin Misilman bin û got, "Serokkomar dibêje 'birayên min ên Kurd'. Gelo biratî ev e? Biratî, xerakirina xaniyan bi serê mirovan ve ye? Yên vê dikin ji xwe re dibêjin 'em Misilman in'. Gelo Misilmantî ev e?"

'HINDIK MABÛ KU ÇAR KESAN DI NAVA MALEKÊ DE BIKUJIN'

Ak anî ziman, li xaniyekî ku tîmên hilweşîner dixwestin xera bikin, mirovekî nû emeliyat bû hebû û got, "Kêm mabû ku kepçe li xanî bixe, min xwe avêt ser polîs. Hewl dan li min bidin. Min ji wan re got, ku li xaniyên dixwazin xera bikin çar zarok hene. Min dengê xwe bilind kir û ji wan re got, eger xanî xera bikin wê zarokên tê de bimirin. Piştî ku min dengê xwe bilind kir kepçe sekinî û li hundirê malê temaşe kirin, dîtin ku çar kes tê de ne. Ez nebûma wê çar kes bikuştina."

Ak nerazîbûn nîşanî Walîtiyê da û got, "Bi vî rengî her roj, her kêlî me dikujin. Eger jê bawer in ku ev mafek e, bila bombeyekê biavêjin û bi carekê ve me bikujin."

'EZ Ê AGIR BERDIM XANIYÊ XWE'

Ak diyar kir, ku wî xaniyê xwe nefirotiye û anî ziman ku wî xwestiye xwemîriyên xaniyên xwe derxîne, lê polîsan destûr nedaye û got, "Min xaniyê xwe nefirotiye. Lê nahêlin deriyê hesin, pace û xwemîriyên din ên xaniyê xwe jê bikim. Dibêjin ku fîrmaya muteahît ev firotiye. Gelo çawa çêdibe, hinekî din dikare alavên min bifiroşe? Min ev yek fêm nekiriye. Eger bi vî rengî israr bikin, ez ê agir berdim xaniyê xwe."

ANF