1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekem dewreya perwerdeyê ya ciwanên Reqayê bi dawî bû
Yekem dewreya perwerdeyê ya ciwanên Reqayê bi dawî bû,yekem,dewreya,perwerdeyê,ya,ciwanên,reqayê,bi,dawî,bû

Yekem dewreya perwerdeyê ya ciwanên Reqayê bi dawî bû

A+ A-

EYN ÎSA – Li Peymangeha Ciwanan a Perwerdeyê yekem  dewreya perwerdeyê  bi dawî bû. EYINESA-BLAVKIRNA-SIHADA (3)

Dewreya perwerdeyê ku bi beşdariya 34 ciwanên ku bawernameya dibistana amadeyî wergirtine hat vekirin, 45 rojan dom kir. armanca ji vê dewreyê pêşxistina ciwanan ji milê mejî ve û rizgarkirina wan ji fikrên çeteyên DAIŞ′ê.

Di dawiya dewreyê de li qada peymangehê ya dikeve mezraya Hikûmiye ya gundewarên Reqayê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, Endamên  Meclîsa Sivîl a Reqayê, MSD′ê û Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed axivî û da zanîn ku dewreyên bi vî awayî ji bo avakirina civakeke zana û pêşketî girînge. ELHAM EHMAD

Îlham her wiha anî ziman ku dê bi vê gavê hevgirtina gelê herêmê xurt bibe û jiyana hevbeş were rûniştandin.

Piştre bawername li Endamên dewreyê hatin belavkirin.

Şahî bi şanoyeke ku ji aliyê Endamên dewreyê ve hat pêşkêşkirin û gerandina govendê bi dawî bû.

(mm)

ANHA