1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zanîngeha Kobanê xewnek bû, ew jî pêk hat
Zanîngeha Kobanê xewnek bû, ew jî pêk hat,zanîngeha,kobanê,xewnek,bû,ew,jî,pêk,hat

Zanîngeha Kobanê xewnek bû, ew jî pêk hat

Li Kobanê bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re gelek xewn û xeyal gel pêk hatin, lê xewnên xwendekaran her li ser dezgehên perwerdehiyê bûn û ew jî bi vekirina Zanîngeha Kobanê re gava yekem hate avêtin

A+ A-

Vekirina zanîngehekê xewnek bû. Ji ber ku bi aloziyên mezin ên li Sûriyeyê re çûna zanîngehan ji gelek xwendekar û kesan re pir zehmet bû. Zehmetî li aliyekê, bi taybet ji bo xwendekarên Kobanê zehmetiya wê duqat heta sêqat bû. Berê ji bo xwendinê xwnedekarên Kobanê ji bo xwendinê li gelek bajarê Sûriyeyê belav dibûn û ev jî ji bo wan zehmetiyek hê mezintir bû.

30’ê Îlona 2017’an Zanîngeha Kobanê hate vekirin û 10’ê Kanûnê jî bi awayekî fermî dest bi semîner û sala dawî 2 fakulteyên bi navê Zanyariyên bingehîn ên beşên Fîzîk, Kîmya, Bîrkarî û fakulteya Wêjeya Kurdî jî beşên ziman û wêjeya Kurbî bû.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Dr. Kemal Besrawî têkildarî mijarê axivî û got: '' Sala borî hejmara xwendekarên me kêm bû, ev jî ji ber kêmbûna derfetan a perwerdeyê bû, lê dîsa jî serkeftî bû.

Besrawî destnîşan kir ku amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê dewam in û 2 beş li fakulteyan hatiye zêdekirin, ew jî Biyolojî û wêjeya Erebî ye. Ev beş wê li Girê Spî girêdayî Zanîngeha Kobanê be.”

Dr. Besrewî têkildarî pêwîstî û zehmetiyên perwerdehiyê jî ev tişt anî ziman: “Vekirina zanîngehekê ji her alî ve ne pir hêsan e. Ji şêwazê rêveberî bigire heta wane û sazûmaniya perwerdehiyê. Bi taybet di warê pererdekirin mîna kadroyên bi tecrube yên di pîşeyê xwe de bûne dixtor dîsa master pir kêm in. Ji bo perwerdehî dewam bike û xwendekar ji xwendinê nebin, hinek carna em neçar diminîn mamosteyan li ser tecrûbeyên kar bigirin bê ku master an dixtorya wî/wê hebe. Dîsa ji bo labaratûwar û başên zanîstî amûr kêm in û peyda nabin. Ji bo wê em îsal ketine nava hewldanan ku têkiliyên xwe bi zanîngehên derve re çêbikin ku hinek ambûr ji bo van mijaran peyda bikin.”

Dr. Besrawî bibîr xist ku li gorî sala borî serlêdana xwendekaran a îsal hê zêdetir e. Dr. Besrawî da xuyakirin ku her sal hem rêjeya xwendekar û hem jî beşên nû li Zanîngehê zêde bikin û wiha got: “Daxwazên xwendekaran ya li ser beşên cuda cuda hene. Lê li gorî derfetên niha li ber dest derfetê wê nîne ku em vekirin. Bi qedandina avahiya nû ya Zanîngehê re wê xebatên vekirina hemû beşan bê kirin. Wê demê wê Zanîngeha Kobanê ji bo hemû xwendekarên Kobanê û herêma Firatê re vekirî be.”