1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AKP'ê Mavî Kent A.Ş şêlandiye
AKP'ê Mavî Kent A.Ş şêlandiye,akp,ê,mavî,kent,a,ş,şêlandiye

AKP'ê Mavî Kent A.Ş şêlandiye

A+ A-

Agahî û belgeyên rapora ku piştî lêkolînkirina hesabên Şîrketa Anonîm a Mavî Kentê ya Şaredariya Wanê ya di salên 2004-2009'an de ku wê demê di destê AKP'ê de bû, asta "nelirêtiyê" raxist ber çavan. Tenê di sala 2004'an de li gorî belgeyan bi 100 hezaran TL wekî lêçûyîn hatiye nîşandan.

Li gorî belgeyên ku DÎHA'yê bi dest xistiye, di sala 2004'an de di bin sernavê telefona destan, kompîtur, lêçûyînên fûarê, cilên zabitayan, alîkariyên dane komeleyan bi 100 hazaran TL pere ji hesaba şîrketê hatiye xerckirin. Lê ev tiştên ku tê gotin hatine kirin, li holê tunene. Piştî lêkolîna komisyonê derket holê ku ji hesabên şîrketên di bin navê "Alikariya komeleyan" de 64 hezar û 653,19 TL pere bi avayekê bêrêtî hatiye dayîn. Di encama lêkolînê de derket holê ev komele û kesên ku tê gotin alîkarî jê re hatiye kirin, hemû yên nêzî AKP'ê. Dîsa dibin navê alîkariyê de 2 hezar û 210 TL pere, ji bo "Bingeya tendurisitiyê" hatiye xerckirin. Lê ne ev binge diyare ne jî cihê wê! Her wiha, di heman salê de bi faturayê ji kesê bi navê H.Y re di bin navê "Piştgiriya perwerdehiyê" de 10 hezar û 148 TL pere hatiye dayîn. Ne dibistan ne jî saziya jê re alîkarî hatiye dayin diyare.

Xwemîrî hatine kirin pereyê wan hatiye dayîn lê di holê de tunene!

Di cihek raporê yê din de jî tê gotin ku ji bo hin tiştên xwemirî (Demîrbaş) ji hesama Şirketa Mavî Kentê 21 hezar û 259,38 TL pere hatiye xerckirin lê di envanterê şirketê de tuneye. Hate tespîtkirin ku ev tiştên hatine kirîn ne ji bo şirketê ji bo menfaata şexsî hatine bikaranîn. Her wiha ji P BURO MOBÎLYA'yê bi 3 hezar û 776 TL'yan tişt hatine kirîn û wekî lêçuyîna şaredariyê hatine nîşandan. Disa ji O Bazirganiyê qasî 2 hezar û 280 TL firin, plazma TV û tiştên din hatine kirîn û wekî tiştên xwemirî (demîrbaş) hatine qeyd kirin. Ancax ev tişt jî ne li holê û nayê zanîn li ku ne. Di lo gorî qeydan tê dîtin ku bi giştî bi 9 hezar û 500 TL yan pompeya avê hatiye kirîn, lê nehatiye nîşandan ku ev pompe li ku ye û ji kijan yekîneyê re hatiye kirîn.

Di bi navê nasandinê de lêçoyîn hene, lê belgeyên wan tune ne

Hate diyarkirin ku di bin sernavê, reklam, îlan, danasîn û pîrozbahiyê de 26 hezar û 138,22 TL pere ji kaseya şîrketê hatiye xerckirin. Her wiha ji WEŞANGERIYA P. re ji bo reklamê 2 hezar û 90 TL pere hatiye dayîn lê belgeyên vê razîkirinê jî li holê tunenin. Di berdewamiya raporê de ev tişt hatine gotin: "Ji bo kirê kirinê lazime kontrat bê çêkirin, lê bi tenê fatureya lêçoyînê li ser navê şaredariyê cih hatine kirêkirin û bi avayekî nehek menfeat dane kesan. Bi vî avayî ji bo kirêkirina hin cihan bi giştî 6 hezar 474,62 TL pere hatiye dayîn. Her wiha ji bo kirêkirina wesayîtê, danasîna fûarê nêzî hezar TL pere hatiye dayîn. Her wiha di bin navê alîkariyê de ji bo komir bi giştî 47 hezar û 40 TL pere hatiye dayîn. Lê nehatiye testpîtkirin ku ev komir ji kî re hatiye belavkirin. Dîsa 23 hezar û 135 TL pere ji bo lêçûyînên mêvanên şaredariyê li cihê kasesay şaredariyê ji kaseya şîrketê bi avayekî bê ûsul hatiye xerckirin.

DÎHA (lg/mae)