1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. BDP peşnûmeya destûra bingehîn aşkere dike
BDP peşnûmeya destûra bingehîn aşkere dike,bdp,peşnûmeya,destûra,bingehîn,aşkere,dike

BDP peşnûmeya destûra bingehîn aşkere dike

A+ A-

BDP'ê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de pêşnûmeya destûra bingehîn amade kir û hewl dide ku bi hêzek mezin derkeve pêşberî hikûmetê. BDP'ê bang li her kesî kir û xwest pêşnûmeya xwe aşkere bikin. BDP'ê bi beşdariya hiqûqnas, lêkolîner û zanyaran pêşnûmeya xwe amade kir û wê di meha sibatê de aşkere bike. Endama Lîjneya Navendî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku xebatên wan didomin û ev pêşnûma wê bibe destûra bingehîn a lihevhatina civakê.

BDP'ê beriya hilbijartinê di serî de bang li hikûmetê û bang li hemû partiyên din kir ku ji bo destûra bingehîn a nû pêşnûmeyên xwe amade bikin. BDP'ê di çarçoveya amadekariya hilbijartinê de dest bi amadekariya pêşnûmaya destûra bingehîn a nû kir û dê di meha sibatê de ji raya giştî re aşkere bike. BDP'ê de çarçoveya amadekariya pêşnûmayê de dê bi gelek derdor, sazî û komeleyan re panel, semîner û civînan pêk bîne. BDP'ê di çarçoveya amadekariyên pêşnûmayê de pêşnûmeyên DÎSK û KESK'ê jî li ber çavan digre.

BDP ji bo vê pêşnûmeyê dewlemend bike û bingeha makeqanûna lihevhatina civakê ava bike dê komxebatên "Azadiya Ol û wîjdan", "Mafê aborî û civakî", "Pergala darazê" û "Reveberiyên herêmî û mafên jinan" li dar bixin. Dîsa BDP, dê ji aliyê komek serbixwe ve di 29-30 çileya 2011'an de "Konferansa destûra bingehîn a navendî" pêk bîne. Der barê pêşnûme û xebatên destûra bingehîn a nû de Endama Lîjneya Navendî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku xebatên wan didomin û ev pêşnûma dê bibe makeqanûna lihevhatina civakê.

Beştaş, anî ziman ku pêdiviya hemû welatiyên Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk, azad, sivîl û elaletê heye. Beştaş, daxuyand ku ji bo destûrek bingehîn ku daxwaz û azadiya hemû civakan û her wiha hemû reng, ziman û çandan di nava xwe de biparêzin dixebitin.

WÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK BI BERFIREHÎ TÊ DE CIH BIGRE

Beşdaş, destnîşan kir ku ew dê li gorî çarçoveya Xweseriya Demokratîk pêşnûmeyê amade bikin û hemû rêgez û xalên Xweseriya Demokratîk di nava pêşnûmeyê de cih bigrin. Beşdaş, bibîrxist ku piştî wan nerîn ji hemû komele, sazî û dezgenên sivîl û civakî girt ê di meha sibatê de pêşnûmeyê ji raya giştî re aşkere bikin.

ANF NEWS AGENCY