1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cenazeyên 11 kesan li Şemrexê defin kirin
Cenazeyên 11 kesan li Şemrexê defin kirin,cenazeyên,11,kesan,li,şemrexê,defin,kirin

Cenazeyên 11 kesan li Şemrexê defin kirin

A+ A-

11 kesên duh di qezaya li navçeya Beypazari ya Enqereyê, pêk hat de jiyana xwe ji dest dan li navçeya Şemrexa Mêrdîn ji aliyê sedan kesan ve hatin definkirin.

Duh li ser rêya navçeye Beypazari-Nallihan dolmîşa karkerên demsalî yên ji navçeya Şemrexa Mêrdînê û TIR li hev qelibîn. Di qezayê de karkerên kurd ên bi navê Cemîle Ekîncî, Veysî Çakar, Aysel Çakar, Evîn Çakar, Haci Memduh Ekîncî, Kezban Eyebe, Hamdullah Eyebe, Nurullah Eyebe, Yahya Eyebe, Huseyîn Eyebe û Neşe Ekîncî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Ayşe Ekîncî û Esat Ekîncî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya dewletê ya Beypazari. Neytullah Ekîncî, Mahmut Ekîncî û Cemîle Ekîncî jî sewqî Enqereyê kirin. Cenazeyên 11 karkerên kurd îro li navçeya Şemrexa Mêrdîn ji aliyê sedan kesan ve hatin definkirin. Cenazeyên Nurullah Eyabe, Hamdullah Eyabe, Huseyîn Eyabe, Yahya Eyabe û Keziban Eyabe ku ji heman malbatê bûn, li gundê Isirmayê hatin definkirin. Li gundê Mîkar jî 3 kes û li gundê Pîranê jî cenazeyên 3 kesan bi tevahî cenazeyê 11 kesan hatin definkirin.

DÎHA (mae)