1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Esnafên Gimgimê jî tabelayên xwe guherîn
Esnafên Gimgimê jî tabelayên xwe guherîn,esnafên,gimgimê,jî,tabelayên,xwe,guherîn

Esnafên Gimgimê jî tabelayên xwe guherîn

A+ A-

Esnafên Gimgimê ji bo piştgiriyê bidin kampanyaya "duzimanî" tabelayên xwe guherîn.

Enafên Navçeya Gimgimê ya Mûşê bi armanca piştigiriyê bidin kampanyaya BDP'ê ya "duzimanî" tabelayên xwe diguherin. Esnafên tabelayên xwe guherîn xwestin ku zimanê û çanda kurdî di makezagonê de bê parastin. Esnafan diyar kir ku israra yek ziman dê welat perçe bike. Esnafê bi navê Serhat Geldî diyar kir ku di dîroka komarê ya 80'an de her tim ramana yekpera serdestbûye û tu mafê jiyanê nedaye çand, ziman û olên din ên cuda û wiha got: "Vê yekê civaka Tirkiyeyê perçe kir. Daxwaza me ya li hemberî vê ramanê pirzimanî, pirçandî ku hemû gel nasnameya xwe bijîn e. Em dixwazin li ser vê axa qedîm bi ziman û çanda xwe bijîn. Ji ber vê yekê êdî em dê li her qada jiyan zimanê xwe yê zikmakî bikarbînin. Ez li vir bang li hikûmetê dikim ku bi înkar û asîmîlasyonê gelê kurd natepisînin. Em teqez dixwazin ku ziman û çanda me di mezagonê de bê parastin."

Esnafê bi navê Abdulbasît Taş jî wiha got: "Kurdistana xweser dê yekîtiya Tirkiyeyê xurt bike. Tayîp Erdogan, her tim behsa yek ziman û yek netew dike. Gotinên Erdogan li dijî Qurana piroz in. Kitêba me ya piroz dibêje, 'Min hemû gele bi rengên cuda û zimanên cuda afirandin' Em jî wekî hemû gelan dixwazin azad bijîn. Hemû gel jiyanekî bi rumet bijîn girîng e."

Esnafê bi navê Ercan Ozkalkan jî wiha got: "Pirzimanî û duzimanî dewletê perçe nake dê bike yek. Di yek zimanî de israr dê welat perçe bike. Me jî di çarçovaya kampanyaya BDP'ê ya 'duzimanî' de tabelayên xwe guherîn."

(ft/mae)

MÛŞ (DÎHA) - Esnafên Gimgimê ji bo piştgiriyê bidin kampanyaya "duzimanî" tabelayên xwe guherîn.

DÎHA (ft/mae)