1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Ji bo 3 rojnamegerên kurd 147 sal ceza
Ji bo 3 rojnamegerên kurd 147 sal ceza,ji,bo,rojnamegerên,kurd,sal,ceza

Ji bo 3 rojnamegerên kurd 147 sal ceza

A+ A-

Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê li rojnamegerên kurd ceza barandin. Heyeta dadgehê li Midûrên Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yên Rojnameya Azadiya Welat Emîne Demîr 138 sal, Ozan Kiliç 6 sal û li Midûr û Xwediya Îmtiyazê ya Kovara Hêvîya Jinê Gurbet Çakar jî 3 sal cezayê girtîgehê birî.

Danişîna doza der barê Midûr û Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Azadiya Welat a berê Emîne Demîr de bi encan bû. Danişîna biryarê, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Dozger bi îdîaya di wêne, nûçe û nivîsanda û 84 caran "propaganda rêxistinê kiriye" kiriye 126 sal û "ligel ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" jî 12 sal ceza xwest. Di danişînê de parêzerê Demîr Servet Ozkan amade bû. Parêzerê Demîr Servet Ozkan parastin kir û îdîa red kir. Ozkan, xwest ev nivîs û nûçe di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin û beraata muvekilê xwe xwest. Pişt re heyetê navber da danişînê. Piştî navberê Heyeta dadgehê der barê Demîr de bi îdîaya 84 çaran "propaganda rêxistinê kiriye" kiriye 126 sal cezayê girtîgehê birî. Her wiha dîsa bi îdiaya "ligel ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" jî 12 sal cezayê girtîgehê birî.

Ji bo Kiliç jî 6 sal cezayê din hate birîn

Danişîna biryarê ya Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azadiya Welat yê berê Ozan Kiliç jî li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişînê de dozger bi îdîaya "li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û 2 caran jî "propaganda rêxistinê kiriye" der barê Kiliç ku niha girtîye de 6 ceza xewst. Parêzerê Kiliç Servet Ozkan îdîa red kir û beraata muvekilê xwe xwest. Heyeta dadgehêjî der barê Kiliç de heman idîayê 2 caran 3 sal bi tevahî 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Li Çakar jî 3 sal cezayê girtîgehê birî

Danişîna biryarêy a Midûra Kovara Heviya Jinê ya berê Gurbet Çakar jî li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amede hate dîtin. Di danişînê de Çakar û parêzerê wê Servet Ozkan amade bûn. Di danişînê de dozger der barê Çakar de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" û "Ligel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 3 sal ceza xwest. Parêzer Ozkan îdîa red kir û beraata muvekilê xwe xwest.

Piştî navberê heyeta dadgehê Çakar ji îdîaya "Ligel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" beraat kir. Her wiha ji îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" jî 3 sal cezayê girtîgehê birî. Heyetê her wiha biryara taliya Çakar da.

'Ev ceza li dijî azadiya ramanê ye'

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Ercan Îpekçî, Kordînatora Komeleya Estîtuya Çapemeniyê Yurdanur Atakan, Endama Lîjneya Rêveberiya Estîtuya Çapemeniye Aynur Ganîler, Sekreterê Giştî ya Konseya Çapemeniyê Oktay Hudutî ji bo şopandina dozê amade bûn. Rojnamegeran piştî danişênê nirxandin kirin. Li ser navê komeleyan Kordînatora Komeleya Estîtuya Çapemeniyê Yurdanur Atakan, daxuyanî da û diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqê û mafê azadiya ramanê ye. Atakan, anî ziman ku ji ber rojnameger peyvira xwe dikin û nivîsan dinivîsin tên cezakirin û wiha got: "Divê li her dera welat ji bo piştgiriyê deng bilind bibe. Her wiha divê hikûmet jî van zagonên ku ramanê ceza dike biguhere."

DÎHA (mae)