1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Kevneşopiya 10 hezarsalî didomînin
Kevneşopiya 10 hezarsalî didomînin,kevneşopiya,10,hezarsalî,didomînin

Kevneşopiya 10 hezarsalî didomînin

A+ A-

Kurdên Qizilbaş, li gel hemû komkujiyan kevneşopiya Mezopotamyayê ya ji 10 hezar salan heta niha hatî, hêj jî didin jiyîn. Kurdên Qizilbaş her sal di meha çileyê de 3 rojan rojiyê digirin û ceman ava dikin û kesên li dijî civakê sûc kirin didarizînin.

Kurdên Qizilbaş çanda xwe ya baweriya elewiyê ya li gele hemû komkujî û zordariyan hêj dijîn. Kevneşopiya Mezopotamyayê ya ji 10 hezar salan beriya niha dest pê kiribû, hêj wekî berê bi cih tînin. Lê Dêrsîmê Elewî bi Rojiya Xizirê re rexnedayîna salekê di cemên ava dikin de didin. Her wiha di heman çarçoveyê de bi baweriya Hz. Hizir di meha çileyê de xizanî jiye 3 rojan rojiyê digirin. Pîrê elewiyan Suleyman Çoşkun, diyar kir ku ji ber şertên zivistanê bernameya Xizir Oruc îsal li 4 hefteyan belavbûye û dê baweriyên xwe li gorî şertên xwezayê bi cih bînin.

'Muhasebeya salekê tê kirin'

Coşkun, anî ziman ew di Rojiya Xizir de muhasebeya salekê dikin û wiha got: "Rojiya Xizir di meha yekemîn a salê de dest pê dike. Hemû herêmê di hefteyên cuda de 3 rojan rojî digirin û pişt re jî qurbanan serjê dikin, mirazan belav dikin û cem digirin. Ji ber şertên zivistanê Pîr li hemû herêman negeriyan û ji ber vê yekê jî li Dêrsîmê her hefteyê herêmek rojiyê digire. Piştî 3 rojên rojiyê Cem tê avakirin, semah û dara (platform) pêk tên. Di nava salekê de sûcên cihê wan di baweriya Elewiyan de tune ye yên wekî kuştina mirovan, pratîkên ne exlaqî, derew û dizî, bêyî destûra civatê tevlî merasîmê Cemê nabin. Ji ber ku ew cem nayê pejirandin. Heke dema jê re veqetandin baş bi kar bîne, dê derkeve platformê û parastina xwe bike. Biryar ji înîsiyatîfa civata tevlî Cem bûye re tê hiştin. Heke îzahat û xwerexnedayîna wî wijdana civatê îkna bike ceza lê tê birîn û tê efûkirin. Lê di baweriya elewiyan de cezayekê ku ji bo qistasê qistas daxwaz bike tune ye. Cezayê herî giran ji civatê avêtin û aforozkirin e."

'Baweriya me aştîxwaz e'

Pîrê Elewiyan Xidir Qizil jî diyar kir ku baweriya elewiyan ji baweriyên din cuda ye û di demên dawî de li hemberî baweriya elewiyan ji bo ku wê winda bikin, lîstik tên lîstin. Qizil, bal kişand ser wate û girîngiya Rojiya Xizirê û wiha got: "Elewiyan tu caran îbadetên xwe li qadên fermî nekirine. Ji ber ku baweriya wan xwezayî ye. Lê di salên dawî de dixwazin naveroka wê vala bikin. Em ji xwe re dibêjin Pîr. Pîr jî derwêş e. Derwêş jî ji bo aştiya civakê kedê dide. Em li gorî baweriya felsefeya xwe ji bo xizaniya Xizir 3 rojan rojiyê digirin. Pişt re jî em ji bo kesên ji hev xeyîdî, li hev bînin ceman ava dikin û pêşiya neheqiyan digirin."

Jina bi navê Gese Akay a 72 salî jî diyar kir ku piştî ji bo Rojiya Xizir 3 rojan rojî girtin li cihên pîroz çirayan vêdixin, mirazan belav dikin û wiha got: "Em ji bo xizaniya Xizir jiya ye bi bîr bînin 3 rojan rojiyê digirin. Pişt re jî li cihên piroz çirayan hildikin û mirazan belav dikin. Her wiha em alîkariya kesên xizan dikin û alîkariya Xizir digirin."

DÎHA (ft/tt)