1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Krîza kurdî, dozê da taloqkirin
Krîza kurdî, dozê da taloqkirin,krîza,kurdî,dozê,da,taloqkirin

Krîza kurdî, dozê da taloqkirin

A+ A-

Li Şirnexê, di doza der barê 6 jê şaredar 12 kesan de hatiye vekirin, ji ber bersûcan xwest bi kurdî parastin bikin, krîz derket. Dadger destûr neda parastina bi kurdî û danişîn taloq kir.

Li Şirnexê der barê Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Elkê Yusuf Temel, Cîgirê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saçi, Şaredarê Silopiyê Emîn Togurlu, Şaredarê Hezexê Resul Sadak, Şaredarê Bajaroka Deştadarê Nurî Akman, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Abît Îke, rêveberên partiyê Îbrahîm Halîl Ugur, Dursun Çakir, Selma Uysal û Endama Meclîsa Şaredariya Şirnexê Fîdan Guler de ji ber ku di 30'ê hezîranê de tevli daxuyaniya ji bo rawestandina operasyonan bûbûn, doz hatibû vekirin. Doza bi hinceta "Li dijî zagona meş û xwepêşandana derketine" li Dadgeha Asliye Cezayê ya Şirnexê bi tevlibûna hemû bersûc û parêzerên wan pêk hat.

Bersûcan xwest ku di danişînê de bi kurdî parastinê bikin. Li ser vê jî dadger daxwaz red kir. Li ser israra bersûcan ya parastina bi kurdî, dadger doz taloq kir. Piştî danişîn hate taloqkirin, têkildarî mijarê li avahiya Rêxistina BDP'ê civînek çapemeniyê hate lidarxist. Rêveberê Rêxistinê Îbrahîm Halîl Ugur di civînê de wiha got: "Ji ber ku me xwest em bi kurdî parastinê bikin danişîn, taloqî 18'ê adarê kirin. Em kurdin ji ber wê jî em dê parastina xwe bi kurdî bikin.

DÎHA (lg/mae)