1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li DMME'yê herî zêde Tirkiye mehkûm bû
Li DMME'yê herî zêde Tirkiye mehkûm bû,li,dmme,yê,herî,zêde,tirkiye,mehkûm,bû

Li DMME'yê herî zêde Tirkiye mehkûm bû

A+ A-

Hate ragihandin ku sala borî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) herî zêde Tirkiye hatiye mehkûmkirin û Tirkiye di rêze yekemîn de cih girt.

Serokê DMME'yê Jean Paul Costa, li ser sala 2010'an cîvînek çapemeniyê lidar xist û daneyên girîng derketin holê. Li gorî daxuyaniyê, di 2010'an de der barê Tirkiyeyê de ji 278 dozan Tirkiye herî kêm bendeke Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye. Piştî Tirkiyeyê bi 217 dozan Rusya, 143 doz Romanya, 109 doz Ukrayna û bi 107 dozan Polonya pêk tê.

Tirkiye di warê binpêkirinan de 3 qatan ji dewletên YE'yê zêde ye

Costa, daxuyand ku di 2010'an de serlêdanên ji DMME'yê re hatine kirin sedî 7 zêdebûn heye û da zanîn ku êdî reformên di nava DMME'yê de ferz e.

DÎHA (ay/mae)