1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Li Fransayê diranê mirovan ê 550 hezar salî hat dîtin
Li Fransayê diranê mirovan ê 550 hezar salî hat dîtin,li,fransayê,diranê,mirovan,ê,550,hezar,salî,hat,dîtin

Li Fransayê diranê mirovan ê 550 hezar salî hat dîtin

A+ A-

PARÎS - ANF Di kolandinên li Şikefta Taûtavel a li herêma Pîreneyên Rojhilat de, tê gotin ku diranê mirovekî 550 hezar sal berî niha jiyaye, hat dîtin. Bi vî rengî hat fêmkirin ku mirovê şikeftê yê Taûtavel, ku heta niha dihat texmînkirin 450 hezar sal beriya niha jiya bû, herî kêm 100 hezar sal beriya vê texmînê jiya ye.

Bi vî diranê mirovan ê li beşa La Caûne de L'Arago ya şikefta Taûtavel hat dîtin re, tê texmînkirin ku ronîkirina morfolojiya Ewropiyên destpêkê wê hesan bibe. Her wiha, ji ber ku xebatên kolandinê yên li vê beşa şikeftê hînê nû hatine destpêkirin, hêvî heye ku hîn bêhtir bermayîn bên dîtin.

Xebatên kolandinê yên li şikefta Taûtavelê ku beriya 51 salan destpê kirin, her sal ji welatên cuda bi beşdariya pisporan tê meşandin. Di kolandinên heta niha de 600 hezar objeyên tê texmînkirin ên beriya 80 hezar heta 500 hezar sal beriya niha, hatin dîtin. Diranê mirovan ê herî dawî hat dîtin, bû bermayîna 149. a mirovan ku li Taûtavelê hatiye dîtin.

Navê Arago 149 li vî diranê nû hatiye dîtin, hat kirin.