1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Silêmaniyê rewşa zindaniyan bi semînerekê hate nirxandin
Li Silêmaniyê rewşa zindaniyan bi semînerekê hate nirxandin,li,silêmaniyê,rewşa,zindaniyan,bi,semînerekê,hate,nirxandin

Li Silêmaniyê rewşa zindaniyan bi semînerekê hate nirxandin

A+ A-

Li Silêmanî bi minesebeta salvegera roja zindaniyên sîyasi yên cîhanê bi beşdarbûna sedan kesan li bajarê Silêmanî semînerek hate dayîn. Ji alîyê dîrokî, sîyasî ve û rewşa niha ya zindaniyên kurd hate nirxandin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarê Silêmanî li Pirtûkxaneya Giştî semînerek li ser rewşa zîndaniyên (girtî) kurd hate dayîn. Semîner bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo giyanê ew şehîdên ku hatine darvekirin dest pê kir. Çalekvanê Civaka Civîl Bextîyar Mistefa di warê dîrokî de li ser darvekirinê rawestiya wiha got: "Di dîrokê de piraniya welatên cîhanê cezayê darvekirinê rakirine. Di dîroka berê de Babilî û Roamaniyan ev ceza daye destpêkirin. Piştî hewldanên mezin di sala 1977'an de di Kongreya Navnetewî de rexne li van welatan hate kirin ên ku cezayê darvekirinê di nava wan de heye.”

'Giring e ku hemû welat darvekirinê rakin'

Berpirsyarê Federasyona Girtiyên Kurdistanê Yaser Gulî der bareê çalakiyên sîyasî yên sivîl de li ser sîyaseta dervekirinê li welatê Îranê axivî û got: "Li Îranê gelek darvekirin pêk tên, lê ji ber ku ew ji xelkê tên veşartin, kes pê nahese. Ya girîng ew e hemû welat û bê hincet sîyaset û îdeolojîya darvekirinê rawestînin û dawî li van kirinan bînin."

Samî Dawid ku xelkê rojavayê Kurdistsanê ye li ser polîtîkayên Sûriyeyê sekinî û wiha pê de çû: "Li Sûriyeyê kurd bêyî dadgehkirin tên kuştin. Hêjmara şehîdên me yên di nav Artêşa Sûriyeyê de gihişte 49 an. Bi destê berpirsên lerşkerên Sûriyeyê tên kuştin. Em ne li hêvîyê ne Sûriye, Îranû Tirkiye nasnameya kurdan nas bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Lê divê baweriya me bi heqîqeta Kurdistanê bê. Divê bawriya me hebe û em têkoşînê bidin ji bo Kurdistanê.”

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

DÎHA (at/tt)