1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lijneya Amadekar a KAD`ê Kom Bû
Lijneya Amadekar a KAD`ê Kom Bû,lijneya,amadekar,a,kad,ê,kom,bû

Lijneya Amadekar a KAD`ê Kom Bû

A+ A-

Li bajêrê Hewlêrê komîdeya Lijneya Amadekar a Konferansa Aştî û Demokrasiyê civiya.

Lijneya Amadekar a Konfernsa aştî û demokrasiyê ku di 7’ê gelawêja 2010 de hate amade kirin li Hewlerê civîya. Civînê li Hotêla Çar Çira ya Hewlêrê ji bo kesên di têkoşina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û darvekirina Qazî Mûhemd û hevalên wî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de gelek hîndekar, zanist, rewşenbîr û nûnerê partiyan beşdar bi bûn. Di semînarê de Berpirsê Dezgeha Sitandard Mesûd Abdûlxalûq, Alîkara Serokê PÇDK’ê Necîbe Omer, Rewşenbîr Selah Mezin axaftin kirin. Di civînê de li ser 2 xalan niqaş hatin kirin. Yek jê xurtkirina hêzên herêma kurdistanê bû, ya din jî yekîtî û civîna ol û nijadên cûda yên li Îraqê bû. Ji bo vê yekê xwest hêzên kurd dîsa li hev kom bibin û li ser van mijaran niqaş bikin.

'Divê hewldanên aştiyê bidomin'

Mesûd Abdûlxalûq, bi bîr xist ku hin rayedarên kurd li Begdadê hêj jî tam ji Fedraliyetê fêm nekirine û ev yek zirarê dide federaliyeta Herêma Kurdistanê. Salîh Mezin jî destnîşan kir ku serhildana gelê kurd di bihara 1991'an de xwe rêberiyê kurdan derxist holê û wiha got: "Lê ev serhildan şerê birakujiyê bi xwe re anî. Lazime em yekêtiyê xwe çê bikin. Beriya hertiştî aştî û demokrasiyê li Herêma Kurdistanê pêş bixin.” Necîbe Omer jî got: “ Em bi armanca amadekariya Konferansa Aştî û Demokrasiyê livir kom bûne. Kar û xebatên me ji bo vê yekê ye ku em tifaq û yekîtiya xwe xurt bikin. Ji bo em rê li pêş naheqiyan bigirin, lazime em yekêtiyê xwe li herêmê xurt bikin. Dema Amerîka hêzên xwe bi paşve dikşîne, pêwîste rê li her nakokiyeyê bigrîn.

DÎHA