1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Modela 'Xweseriya Demokratîk' a KCD'ê
Modela 'Xweseriya Demokratîk' a KCD'ê,modela,xweseriya,demokratîk,a,kcd,ê

Modela 'Xweseriya Demokratîk' a KCD'ê

A+ A-

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), pêşnûmeya modela "Xweseriya Demoratîk" amade kir. Di pêşnûmayê de pêdiviya "Xweseriya Demokratîk" çiye û ji bo çareseriya pirsgirêkan rola wê çiye cih digire. Di pêşnûmayê de ev tişt hene: "Xweseriya Demokratîk, ji bo civaka Kurdistanê di 8 aliyên wekî siyasî, hiqûqî, parastin, aborî û civakî, çandî, ekolojîk û dîplomasiyê de xwe bi rêxistînî bike bi vînekî wisa înşaya Kurdistana Xweser a Demokratîk bike"

KCD, pêşnûmaya "Xweseriya Demokratîk" a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gelek girîng dibe û navroka wê jî ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin amade kir. Pêşnûmaya wekî "Kurdistana Xweser a Demokratîk" tê pêşkêşî beşdarên komxebata KCD'ê ya li Amedê didome kirin. Di pêşnûmeyê de kurd çima xweseriya demokratîk dixwazin û di qadên wekî siyasî, aborî, civakî û çandî de pêşketinên siyasî cih digirin. Di pêşnûmayê de hate diyarkirin ku ji gelên qedim ên Mezopotamyayê yek jî gelê kurd e û her wiha li hemberî talukeya înkar û polîtîkayên qirkirinê ye û wiha hate gotin: "Ramana dewleta netew, Kurdistanê ji bo xwe wekî netewa xwe li ser belav bike dibîne. Ji ber vê yêkê jî rêbazên asîmîlasyon, înkar û îstîsmarê bigire gelek rêbazên din pêktîne. Heke berxwedana gelê kurd a li hemberî van pêkûtiyên dijmirovahî neba dê gelê kurd winda biba."

'Êdî gelê kurd naxwaze wekî berê bijîn'

Di pêşnûmayê de esasên giştî yên projeya "Xweseriya Demokratîk" hatin vegotin û wiha hate destnişankirin: "Êdî dewleta tirk nikare polîtîkayên kevin pêkbîne. Her wiha gelê kurd jî êdî nikare wekî berê bijî. Xweseriya Demokratîk projeya ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve bibe û Komara Demokratîk avabike ye. Li aliyekî em dixwazin xweseriya demokratî bi dewletê re bi riya diyalogê re pêk bînin li aliyê din jî bi rêxistina demokratîk a gel vê yêk saz bikin."

'Modela çareseriya pirsgirêkên neteweyî ya herî baş e'

Di pêşnûmayê de hate daxuyandin ku ji bo çarseriya pirsgirêkên neteweyî modela herî baş e û wiha hate gotin: "Komên di nav dewletên netew de dijîn ên cuda li ser bingeha xweseriyê êdî bi hevre dijîn. Ji ber ku êdî cudahî li ser bingeha xweseriyê tên qebulkirin û ev yek di çaxa me de hewildana herî demokratîk e. Xweseriya Demokratîk tenê pirsgirêka kurd çaresernake bi vê yekê re dê hemû pirsgirêkên civaka Tirkiyeyê jî bi awayekî demokratîk çareser bike."

'Armanca Xweseriya Demokratîk, înşaya Kurdistana xweser a demokratîk e'

Di pêşnûmayê de hate gotin ku ji bîlî jiyanekî azad û demokratîk tu derfetên gelê kurd nemane û wiha hate daxuyandin: "Xweseriya Demokratîk, îfadeya êdî gelê kurd ji rewşa heyî nerehet û vê yekê qebul nake ye. Di cîhanê de ji bîlî kurdan tu gelên din ên ji 40 mîlyonan pêktê û lê hemû mafên wan tên înkarkirin tuneye. Xweseriya Demokratîk, îfadeya êdî gelê kurd polîtîkayên dewleta tirk ên înkar û îmhayê qebul nekin û bi serê xwe jiyana xwe ya azad û demokratîk pêk bînin e. Armanca Xweseriya Demokratîk, li 8 qadên siyasî, aborî, parastina rewa, hiqûqî, civakî, çandî, ekolojîk û dîplomsiyê de înşaya Kurdisana Xweser a Demokratîk bike, dike."

'Komara Demokratî şopa Xweseriya Demokratîk e'

Di pêşnûmayê de wiha hate gotin: "Kurd bê xweseriya demokratîk nikarin xwe bikin vinekî siyasî ya demokratîk. Ji ber wê yekê hêza civakê ya çand û aborî nayê dîtin. Dema ku KCD û BDP'ê ev model ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşkêş kir ji aliyê gel ve bi çoşekî mezin hate pêşwazîkirin." Xweseriya Demokratîk, ji bo ramana dewleta netew a li Tirkiyeyê bê guherîn hêmana herî bingehîn e. Divê Xweseriya Demokratîk, wekî şopa Komara Demokratîk a li Kurdistanê bê dîtin.

'Dê demokratîkbûna herêmê bi xwe re bîne'

Di pêşnûmayê de hate gotin; "Têkoşîna gelê kurd di civaka Kurdistanê de di aliyê çand û civakî de şoreşek pêk anî. Ev yêk di serî de li Tirkiyeyê û Rojhilatanavîn bû hêzekî mezin. Ji ber vê yêkê xweseriya Demokratîk dê demokratîkbûna herêmê jî bi xwe re bîne. Her wiha ev pêvajo dê ji bo demokratîkbûna civaka Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd bibe bingeh. Êdî polîtîkayên dewletê yên heta niha hatin meşandin dê bên guhertin."

'Peymana gelê kurd û tirk e'

Di pêşnamayê de hate diyarkirin ku xweseriya demokratîk sînoran naguherîne û di nav sînordan de biratiya gelan dê pêkbîne. Di pêşnûmayê de hate destnîşankirin ku ev yekê dê di navbera gelê kurd û tirk de bibe peymanekî nû û wiha hate gotin: "Modelema divê li hemû herêmên din ên Tirkiyeyê jî bê bikaranîn. Êdî li cîhanê jî dewletê dest ji rêveberina navendî berda û dest bi pergala xweseriyê kir. Ji ber ku pergalên rêveberên herêmî pirsgirêkan hêj hêsandin çareser dikin. Ji ber vê yêkê xweseriyên demokratîk dewrî rêveberiyên herêmî tê kirin û pirsgirêkan jî bi awayekî demokratîk tên çareserkirin."

'Yekîtiya konfedarlên demokratîk a piranî pêktîne'

Di pêşnumayê de hate destnişankirin ku ji ber xweseriya demokratîk, sazbûna dewletê nîn e di nav şerên dewletan de cih nagire û wiha hate domandin: "Ji ber vê yekê hemû kom, gel û yekîneyên siyasî dê têkiliyên baş pêk bînin. Xweseriya Demokratîk, yekîtiya konfederalên demokratîk a hemû koman pêktîne nîşandide û her wiha bi kurdên li perçeyên din re têkiliyên siyasî dê pêşbixe."

Di pêşnûmayê de wiha hate gotin: "Xwerseriya Demokatîk, dê têkîliyên di navbera kurdên ên Tirkiyeyê, Îran, Iraq û Suriyeyê bi demekî nû bide destpêkirin. Dema ku çareseriya vê pirsgirêka mezin bi ramana xweseriya demokratîk hate çareserkirin dê pirsgirêkên hemû herêmê bên çareserkirin."

Pêşnûmaya modela "Xweseriya Demokratîk" a KCD'ê dê xwe li 8 qadên civakê yên wekî sîyasî, hiqûqî, parastina rewa, civakî, aborî, çandî, ekolojîk û dîpolmasiyê bi rêxistinî bike. Di pêşnûnayê de hate gotin ku civaka demokratîk û xweseriya demokratîk dê li Kurdistana Azad a Xweser jiyanê bibîne'

KCD'ê pêşnûmaya "Xweseriya Demokratîk" a ji "Netewa Demokratîk, Welatê Demokratîk, Komara Demokratîk û Makezagona Demokratîk" pêk tê pêşkêşî beşdarên komxebatê ya li Amedê pêktê kir. Di komxebata KCD'ê de pêşnûma li ser 8 hêmanên bingehî pêktê.

Aliyê siyasî: Kongreya Civaka Kurdistanê ya Xweser û Demokratîk

Di pêşnûmayê de tê diyarkirin ku di civakê de hemû kes, kom dê mafên xwe yên kolektîf bi hev re bikarbînin û vê yekê jî dê bi siyaseta demokratîk bikin. Di projeyê de tê gotin li hemberî rêveberiya dewleta netew a burokratîk rêxistina demokratîk dê esas bê girtin û hem derdorên civakê dê xwe di nav vê pêvajoyê de xwe îfade bikin. Aliyê siyasî yê projeyê wiha ye: "Aliyê siyasî yê Xweseriya Demokratîk, ji komînên gundan, meclîsên bajar, tax, qasaba, naveç û bajaran pêktê û bi rêxistinekî konfederal e. Temsîliyeta vê yekê ya navendî jî kongreya civakê ye. Kongreya Civaka Kurdistan a Xweser û Demokratîk, dê nûnerên xwe ji parlentoya Tirkiyeyê rêbike û tevlî polîtîkayên welatê hevpar bibin. Kurdistana Xwerser û Demokratîk xwedî al û sembolên xwe ye. Her wiha komên cuda jî bi nasnameyên xwe dê sembolên xwe bikarbînin. Xwerseriya Demokratîk, îfadeya gelê kurd di nav Tirkiyeya Demokratîk de xwe bîne ziman e. Statuya siyasî ya gelê kurdî îfade dike. Bi xweseriya demokratîk xwediyê biryaran delegeyên meclîsên bajar, tax û gundan in. Hemû kom dê di meclîsên gel de biryarên xwe bi cih bînin."

'Asta azadiya jinê, em wekî bingeha civaka demokratîk dibînin'

Kurdistana Xweser û Demokratîk, dê xwe li her qadê civakê de bi rêxistînî bike û wiha tê gotin: "Di serî de li gundan bi avakirina komînan, meclîsên bajaran dê pergala xweseriya demokratîk li ser saziyên demokratîk pêkbên." Di pêşnumaya hate diyarin de "Di serî de jin û ciwan hemû derdor meclîsên xwe avabikin û bi demokrasiyekî piralî bidin xebitandin. Keyanên gund û heyetên kal û piran dê ji amûrê dewletê derkevin bibin perçeyekî rêxistinê. Yekîneyên şaredariyên ên bajaran pêkbên."

Aliyê hiqûqî

Di pêşnûmayê de ji bo aliyê hiqûqî ji wiha hate gotin: "Bi dewletên herêmê û navneteweyî li gorî hiqûqa gerdonî dê mafên gelê kurd ji aliyê statuya Xwerseriya Demokratîk ve bên dîtin. Polîtîkayên li hemberî gelê kurd pêktên ên di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de divê li gorî statuya Xweseriya Demokratîk bên dîtin û zagonan li gorî vê yekê bên guherîn. Em Kurdistan û Tirkiyeyê wekî welatên hevpar dibînin. Hiqûqa Xweseriya Demokratîk divê li gorî makezagona Komara Tirkiyeyê ya nû û hiqûqa YE'yê bê nasîn. Gelê kurd mafên xwe di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de dikarin bi xweseriya demokratîk bi parêzin û pêkbînin. Divê vê statuya gelê kurd a bi dilxwaziya xwe pêktîne di zagonên Komara Tirkiyeyê de bên paratin. Modela Xweseriya Demokratîk a li welatê kurdan Kurdistanê pêktê ji bo demokrasiyê pêkbînin dikarin li tevahiya Tirkiyeyê jî bê bikaranîn."

'Divê pergala dadê, paradîgmaya demokrasî, zayend, ekolojîk, azadiye esas bigre'

Di pêşnûmayê de gotinên; "Felfeseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadiya zayendî, ekolojiya demokratîk û paradîgra ekolojîk esas têgirtin û madela Îrlanda, Îskoç, Bask, Katalan û statuyên wekî wan xweser li ber çavan tên girtin. Her wiha dîsa makeqanûna 1921'an û zagona 'Xweseriya Kurd' a di 10'ê sibata 1922'an de, dîsa axaftina Ataturk a li Îzmirê di sala 1924 'an de û peymanên NY'ê esas tên girtin" cih girt. Dîsa tê gotin ku "Hiqûqa Kurdistana Xweseriya Demokratîk divê bêyî aliyê sincî û hiqûqî nakokiyan bijîn bipolîtîkayên sincî civak bê parastin. Civakek ku aliyê wîjdanî winda bike, civakek perçekirî ye. Dîsa divê pergala dadê, paradîgmaya demokrasî, zayend, ekolojîk, azadiye esas bigre." cih girt. 

Aliyê Parastina Rewa û xweser

Di pêşnûnayê de der barê projeya "Parastina Rewa" de wiha hate gotin: "Di xwezayê te hemû zindî xwe diparêzin. Zindiyên ku xwe naparêzin tune ne. Parastina rewa, ji bo êrîşên hundir û derve yên fîzîkî, psikolojîk û bîrdozî bi qasî av û xwarinê pêwist e. Ev parastin rewa û xwezayî ye. Her wiha hiqûqî û sincî ye. Parastina rewa ne tenê leşkerî, her wiha ji bo hemû êrîşên cuda derbas dibe. Parastina rewa li ser civaka birêxistinê pêk tê. Ger ku civakek nikaribe parastina rewa bike nikare xwe birêxistin bike û biparêze. Civakê ji hemû êrîşên fîzîkî, sincî, çandî, aborî û siyasî diparêze. Parastina rewa ji aliyê NY'ê ve jî hatiye erêkirin" 

Aliyê çandî

KCD, aliyê projeyê yê çandî wiha vedibêje: "Polîtîkiya dewleta netewe, di çarçoveya netew-dewletê de li dijî hemû ziman û çandên cûda polîtîkaya komkujiyê pêk anîye. Hemû ziman û çandên cuda yên di nava sînorê dewlet-neteweyê de dimînin qir kirine. Di nava van ziman û çanên ku hatine kirkirin ziman û çanda kurdî cihê sereke digre. Perwerdehiya kurdî bi zagonan û makeqanûnê hatiye qedexekirin. Her wiha bi polîtîkayên pişaftinê hatiye tunekirin û înkarkirin. Bi vê yekê hatiye armanckirin ku kurdên bê ziman, çand, ruh û vîn ava bike. Ji ber vê yekê li Kurdistanê êdî oto asîmîlasyonê dest pê kiriye. Ji bo ev komkujiya ziman û çandê bi dawî bibe divê makeqanûn bê rastkirin û ji bûve xebat bên meşandin. Gotina 'Ji bo gelekî felaketa herî mezin, ji aliyê kesekên din nivîsandina dîroka wan e.' rastiya kurdan baş li ber çavan radixe. Dîroka Kurdan û Kurdistanê jî ji aliyê serdestan ve li gorî xwe hatiye nivîsandin." Ji ber vê yekê divê dîrok ji nîve bê nivîsandin. Pêwiste zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Divê zimanê fermî yê Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê ligel tirkî kurdî be. Her wiha divê zimanên asûrî, suryanî, erebî û ermenî jî ji aliyê zagonan ve bên parastin." 

Aliyê civakî

Di aliyê civakî yê projeyê de jî wiha tê gotin: "Gelê kurd di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê de ji çand, war û zimanê xwe hatiye qetandin. Bi zorê hatiye koçkirin û ji nirxên xwe û axa xwe hatiye qedandin. Kurdistan bi zorê hatiye valakirin. Bi vê polîtîkayê komkujiya civakî, çandîe û fîzîkî hatiye armanckirin. Her wiha dîsa bi şerê taybet ciwan li ser navê çand, hurer û sporê ji nirxên wan hatine dûrxistine û xistine nava tora dizî, tiryak û fihûşê. Ji bo gelê kurd bê vîn û nasname bihêle ji bo her beşek civakê polîtîkayên cuda pêş xistine. Li dijî malbêtê polîtekayên cuda, li dijî ciwanan polîtikayên cuda û li dijî jinan polîtîkayên cuda pêşxistine. Ji ber vê yekê divê dîsa di van aliyan de hişyarî û perwerdehî bê kirin û ji nûve sererastkirin bên kirin." 

'Civaka demokratîk, xweseriya demokratîk dê li Kurdistana Azad a Xweser jiyanê bibîne'

Di berdewama projeya pêşnûneya civakî de wiha hate lgotin: "Civaka demokratîk, dê bi hişmendiya jina azad û vîna azad li Kurdistana Xweser û Azad a Demokratîk pêş bikeve. Ji bo vê yekê jî divê têkiliyên di nava civakê û xwezayê de li ser felsefeya ekolojîk û civaka azad pêş bikeve."

Aliyê aborî 

Aliyê projeya aborî jî wiha tê vegotin: "Avakirina civakek aborî ji beşên herî girîng ên civakbûna ehleqiye. Di avakirina Xweseriya Demokratîk de qadê dê pêşî zindîkirin li ser bingeha avakirina aboriya civakan ji holê rakirina bêtalî û xizaniyê ye. Di Xweseriya Demokratîk de dê modela xwe ya aborî avabike û pergala jiyana demokratîk û azad a gelê kurd bi awayekî mayîn de sazbike. Xweseriya Demokratîk eger bedena neteweya demokratîk e divê berê pergala xwe ya aborî biafirîne. Qutkirina mirovan a ji aboriyê, bingeha hemû biyanîbûnan e. Li gel ev yek şert e, rêya vê yekê divê aborî bibe malê civakê. Lazime hemû kes kedkarên kargehên xwe bin. Divê pêşî bide îstîhdamkirina jinan û dijberî yekdestîkirinê hebe û aboriyek wekhev û piştgirî dide hev hebe. Lazime bi kar anîna çavkaniyên aborî û mafê warinê ya Kurdistana Xweser a Demokratîk be."

Aliyê ekolojî

Di avakirina Xweseriya Demokratîk de têkildarî aliyên ekolojîk jî ev tişt tên gotin: "Tu civakên bi xwezayê re nebe yek, nikarin demokratîk û ehleqiya pergalê biparêze. Bi taybetî hilweşandina ekolojîk ên bi sedemên leşkerî, siyasî û aborî li ser erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin, zirarên mezin didin erdnîgariya Kurdistanê. Encex mirov dikare bi şoreşek ekolojîk bibe bersiva li hemberî êrîşên li dijî erdnîgariya Kurdistanê. Pirsgirêka ekolojîk a tê jiyîn bandora xwe li hemû cîhanê dike. Erdnîgariya Kurdistanê ya tê şewitandin, çolkirin û zehrîkirin, dibe cîhana tê şewitandin, çolkirin û jehrîkirin. Lazime li hemberî bajarvaniya dengeya Ekoyê xera dike derketin hebe û li hemberî bendavên cûreyên nebatan tunedike û cihên dîrokî yên gel dibin avê de dihêle û dixwazin civakê kurd bêyî bîr bihêle derkeve."

Aliyê dîplomasiyê

Aliyê projeyê yê dawî têkildarî dîplomasiyê jî ev tişt hatine gotin: "Aliyên civakî û dîrokî yên pirsgirêka Kurdistanê û dema çarperçebûna wê li ber çavan bê girtin, dîplomasiya dê bêpêşxistin a bi welatên cîran û komên civakî yên din re dê bê dîtin ku bê dê çi bandorên girîng li ser hemû perçeyan bike. Dîplomaya Kurdistana Xweser a Demokratîk ji bo herêma me dê aştiyê û biratiyê bîne. Dîsa ji bo pêşveçûnên aborî û refaha civakê hewil bide û di vê mijarê de rol bigre. Dîplomasî ji bo gelê bêyî dewlet, gelên têkoşîna azadî û demokrasiyê dide û kom û civan re di nava piştgirî û li ser esasên baweriyê dimeşîne. Dîplomasî berjewendiyên neteweya kurd û gelê me yên li dîaspora û metropollan dijîn li ber çavan digre."

(gla/ft/mae)

DÎHA (ft/mae)