1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mudaxeleyî meşa 'jiyana duzimanî' kirin
Mudaxeleyî meşa 'jiyana duzimanî' kirin,mudaxeleyî,meşa,jiyana,duzimanî,kirin

Mudaxeleyî meşa 'jiyana duzimanî' kirin

A+ A-

Ciwanên Welatparêz û Demokratîk ên Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya "jiyana duzimanî" de bi girseyî meşek li dar xist. Polîsan xwe negirt û mudaxaleyî meşê kir.

5 hezar ciwanên li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê civîyan û pankarta "Em perwerdehiya zimanê dayikê dixwa" vekirin û bi sloganên "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan", "Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Kurd, Kurdî Kurdîstan" heta ber Şaredariya Colemêrgê meşiyan. Di meşê de piranîna esnafan dikanên xwe girtin. Li ser navê ciwanan Serkan Yîgît daxuyanî xwend.

Yîgît, diyar kir ku ji bo hemû gelen tişta herî pêşeng ziman e û wiha got: "Hemû gel bi zimanê xwe hene. Tu gel bêyî zimanê xwe hebûna xwe nadomîne. Hemû gel bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin û zimanê xwe pêş têxin. Ji ber vê yekê perwerdehiya zimanê zikmakî gelek girîng e." Yîgît, da zanîn ku gelê kurd bi tu awayî dest ji mafê xwe yê perwerdehiya zimanê zikmakî bernade.

'Heke xetên sor ên Tirkiyeyê hebin xetên kurdan jî ên sor hene'

Yîgît, bilêv kir ku rayedarên dewletê her tim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diaxivin û wiha got: "Zimanê çareseriyê pêk bînin gelek girîng e. Lê mixabin daxuyaniyên rayedar dikin, tu mafan li ber çavan nagirin. Mafan li gorî mafên kesane dibînin. Em wekî ciwanên Colemêrgê vê yekê qebûl nakin."

Piştî daxuyaniyê mudaxele

Piştî daxuyaniyê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan ji bi keviran bersiva polîsan da. Bûyer li taxên Daggol, Gazî û Pehlîvan didomin.

DÎHA (ft/mae)