1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Nexşe rê dê çareseriyê diyar bike'
'Nexşe rê dê çareseriyê diyar bike',nexşe,rê,dê,çareseriyê,diyar,bike

'Nexşe rê dê çareseriyê diyar bike'

A+ A-

"Nexşerêya" Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a sal û nîvek berê ji bo çareseriya pirgirêka kurd amadekiribû û di raya giştî de bûbû sedema gelek heviyan, bi riya DMME'yê dê teslîmî parêzeran bê kirin. Li bendê ye ku di demekî nîqaşên "Xweseriya Demokratîk" û "Jiyana duzimanî" tên kirin de "nexşe rê" dê tevkariyekî mezin bide pêvajoyê û bersiva gelek pirsan jî bide.

Piştî Serokomar Abdullah Gul di meha nîsanê a sala 2009'an de got, "dê tiştên baş çêbibin" hikûmetê bi navê "pêşîlêvekirina kurd" pêvajoyekî da destpêkirin. Pêvajoya piştî navê wên bû "Pêşîlêvekirina Demokratîk" û "Projeya Yetîk û Yekbûna Neteweyî" naveroka wê ji aliyê tu kesî nehate zanîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di dema nîqaşên pêşîlêvekirinê dom dikirin daxuyand ku ew dê ji bo çareseriya pirsgirêkê "Nexşe rêyekê" amadebike. Ocalan di heman demê de ji bo pêşiya pêvajoyê veke banga "Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk" bên Tirkiyeyê kir. Rêberê PKK'ê Ocalan nexşe riya amadekir û di raya giştî de ji heviye ji bo çareseriyê pêk anî di 20'ê tebaxa 2009'an de ji bo rayedarên dewletê, çapemenî û DMME'yê 3 perçe teslîmî dozgeriya girtîgehê kir. Parêzerên di 26'ê tebaxê de bi muvekîlê xwe re hevdîtin kirin û diyar kirin ku muvekîlê wan "nexşe rêya" ji 156 rupelan pêktê teslîmê dewletê kir aşkera kirin. Parêzaran di 9'ê îlona 2009'an de serlî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û pişt re jî serî li Wezareta Dadê dan da ku "Nexşe riyê" bidin wan. Parêzeran ji her du saziyan jî tu bersiv negirtin û pişt re serî li DMME'yê dan da ku "Nexşe riyê " teslîm wan bikin.

Di rojeva hikûmet û muxalefetê debû

Naveroka "Nexşe riyê" her tim di civak, medya û siyasetê de cihê xwe parast. Rewşenbîran got, "Projeyê wekî projeya hate aşkerakirin bigirin dest û di civakê de ji niqaşê re vekin" Di dema nîqaşên "Nexşe riyê" berdevam dikirin Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî daxuyaniyek da û got: "Em wekî hikûmet û wezaretê, 'Ocalan çi got, çi negot' li pey vê yekê nîn in. Me li gorî vê yekê jî derneketin riyê. Kesên wan dişopînin yekîneyên ewlehî, MÎT û Îstîxbare e. Ew dê wê bixînin û şîroveyekê jê derxin. Pêdivî pê hembe dê bê civîna MGK'ê. Em jî dê li gorî wê berê xwe bidinê" Serokê Giştî yê CHP'ê yê wê demê Denîz Baykal jî diyar kir ku di rojevê de "Nexşe riyeke" heye û wiha got: "Nexşe riya Ocalan bi rojan e tê axaftin. Qiyametan derdixin. Niha di destê hikûmetê da ye. Hûn çima aşkera nakin? Hûn muhatap digirin. Em jî dixwazin daxwazên Ocalan bibînin. Li ser navê pêşîlêvekirin hûn bi hemû kesî re hevdîtînan dikin. Hûn ji gel re çi diveşêrin.? Serokwezîr dibêje 'ez dê bi CHP'ê re hevdîtinê bikim' Lê tu ramanên Ocalan vedişêrî û di serê te de çi heye. Heke ez vê yekê nezanim ez dê çima hevdîtinê bikim? Serokwezîr dixwaze modela xwe avabike."

550 rûpel cîlda 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a dawi ye

"Nexşe rêya" Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wekî cilda Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk hate nirxandin. Ocalan, berê jî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ji 2 cildan pêktê û her wiha ji 550 rûpelan pêktê di raya giştî de rastî nîqaşên girîng hat û têkildarî Xweseriya Demokratîk de tiştên girîng vedibêje.

Dundar: Dê tevkariyên girîng bide

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îrfan Dûndar diyar kir ku li bendê ne ku di rojên pêş de bi riya DMME'ê Nexşe riyê bidin wan. Dundar, anî ziman ku serlêdana wan li DMME'ê kir parastin ji 550 rûpelan na ji 710 rûpelan pêktê. Dûndar, da zanîn ku dema DMME'ya di 5'ê çildê wê bi dawî dibe û îhtîmalekî mezin dê "Nexşe riyê" bidin. Dûndar, bilêv kir ku Nexşe rê pêşniyerkî gelek girîng e û ji 156 rûpelan pêktê û wiha got: "Di hevdîtinan de jî hinek aliyên nexşe riyê ji aliyê Birêz Ocalan ve hate gotin. Di nexşe riyê de pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hene. Di nexşe riyê de mafên kurdan, hêzên çekdarî û têkolîna siyasal dê çawa bê çareserkirin tê nîqaşkirin. Gelek berfirhe e. Nexşe rê dê tevkariyekî girtin bide nîqaşên tên kirin.

'Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd belge ye'

Dundar, destnîşan kir ku projeya Xweseriya Demokratîk a Ocalane û projeyeke di rojaneya û wiha got: "Ji ber wê yekê gelek girîng e. Di be aliyên wê yên kêmas hebin. Lê ramanekî bingehîn heye ew jî Xweseriya Demokratîk e. Xweseriya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê modela herî erêniye û ev yek hatiye fêmkirin. Ez bêjim sedema nîqaşan yek jî ev e. Sedema herî giring e. Di jiyanê de tê dîtin. Aliyekî wê yê wisa jî heye. Di nexşe riyê de Xweseriya Demokratîk ji xwe heye. Berê jî projeya Xweseriya Demokratîk di rojevê da bû. Dibe em naveroka Xweseriya Demokratîk hêj baştir bibin. Nîqaşên li ser perwerdehiya kurdî em dê di wir de bibinin. Her wiha têkildarî parastina rewa û hemû faktorên din jî tê de hene." Dundar, da zanîn ku ew dê nexwşe riyê ji dest bigirin û dê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkera bikin.

'Welatê hevpar Tirkiye û Kurdistan e'

"Nexşe riya" Ocalan a ji aliyê raya giştî ve bi awayekî mezin dihate meraqkirin di hevdîtinên parêzeran de hinek nîşaneyên wê dan. Ocalan ji bo çareseriyaê tesbîta zagon, dad û makezagonê kir û pêşniyarên pêşkêş kirin. Ocalan di hevdîtanên borî yên bi riya parêzerên xwe de vekir û got, "Welatê hevpar Tirkiye û Kurdistan e. Kurd dê hem Tirkiyeyê hem jî Kurdistanê wekî welatê hevpar qebûl bikin. Tirk jî dê hem Tirkiyeyê hem jî Kurdistanê wekî welatê hevpar bizanin. Peyva Kurdistanê ayîdî min nîn e. Vê peyvê jî yekemîn car ez bikar naynim. Yekemîn car Sultanê Selçukiyan Sencer bikaraniye. Peyvekî dîrokiye. Li her qada Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîbûnê heye. Teqez divê ev pirsgirêk bê çareserkirin."

'Muhatabê pirsgirêkê ez im'

Ocalan têkildarî niqaşên muhatabê pirsgirêka kurd kiye jî di hevdîtina 15 nîsana 2009'an de zelalkir û wiha got: "Muhatabê vî karî ez im." Ocalan, anî ziman ku polîtîka karê muzekereyê ye got, "Her tim min yek alî ev kare kir. Polîtîka yek alî nabe. Du aliye û muzakereye." Ocalan di hevdîtinên xwe de pêşniyara Komîsyona Ruspiyan û Komîsyona Lêkolîn a Haqîqatan bê avakirin kir.

'Heke operasyon bi domin çek dê înîsiyatêfê bigirin'

Ocalan, di hevdîtinên xwe de anî ziman ku ew alîgirên çareseriya demokratîk in û heke çareseriyê li operasyonên leşkerî bigerin dê wê demê çek înîsiyatîfê bigire û wiha got: "Çihê riya çareseriyê û diyalogê heyî hin operasyon nayên fêmkirin. Çima hine operasyonan dikin? Divê vê yekê baş fêmbikin. Divê AKP jî vê yêkê baş fêm bike. Berdevama operasyonan tê wateya pirsgirêk hewaleyî leşkeriyê hate kirin. Ev yek jî dibe sedema HGP înîsiyatêfê bigire. Heke her du alî bi çekan êrîşê li hev bikin dê li her du aliyan zimanê çekan pêşbikev. Hemû kes dê ji vê yekê windabikin. Çareserî û siyaste pêknayê. Em dibêjin bila çareserî pêkbê."

'Îro xweserî, Xweseriya Demokratîk e'

Rêberê PKK'ê Ocalan dema dest bi nivîsandina Nexşe riyê kir daxuyand ku ew dê Makezagona 1921'an esas bigire û wiha got: "Di makezagona 1921'ê de ji bo kurdan xweserî hebû. Îro tê wateya Xweseriya Demokratîk. Heke çareserî pêkbê divê makezagona 1921'ê esas bê girtin. Ez ji bilî vê yekê tu belgeyên din nasnakim. Ev belgekî dîrokî ye. Ez dê li ser vê yekê hûrbibim. Makezagona 1921'an makezagonekî cudakar nîn e, tevkar e. Sînorên Mîsak-î Mîllî jî di nav xwe de diparêze û tu çudakarî tuneye. Parlementeriya Kurdistanê heye, ji bo kurdan xweserî heye. Makezagona 1921'ê makezagonekî çerçeveya wê demokratîk e. Ev yekê belgeya tirk û kurdan a xilasbûna neteweyî ye. Ev makezagon makezagona hevpar a tirk û kurdan e. Di nav de ji bo kurdan xweserî heye. Di nav de Musul-Kerkuk jî heye. Kurtên li Iraq û Suriyeyê jî digire nav xwe û her wiha Tirkmanan jî. Em nabêjin herin wan herêman îro bigirin lê divê diyalog hebe. Ji bo kurdên li perçeyên din jî divê çareserî bê rojevê. Komar di 1925'ê hate cemidandin. Em dibêjin komarê careke din li ser bingeha demokratîk zindî bikin. Divê makezagona 1921'an esas bê girtin."

Ocalan nîqaşên makezagonê jî nirxandin û ev pêşniyariye kir: "Nîqaşên mezagonê di rojevê dan e girîng in. Ez jî dixwazin vê mijarê de nêrînên xwe diyar bikim. Pêşniyara min ew ku makezagona 1921'ê minak bigirin. Li ser vê makezagonê lêkolînan bikin. Ji bo vê pêşnûmaya nû ez dikarin vê pêşniyarê bikim. 'Makezagona Komara Tirkiyeyê hemû çandan bi awayekî demokratîk hebûna wan qebûl dike û xwe anîna ziman jî qebûl dike.' Ev hewok bes e. Ev yekê dê pêşiya gelek tiştan veke. Bila vê hewokê danîn makezagonê de dê di nav 2 mehan de PKK çekan berde û rêxstinên veşarî jî dê xilasbibin. Pişt re dê bi zagonên demokratîk sererasat kirin pêk bên. Tiştên min gotin mimukîn in dê xwîn bide rawestandin. Pêşniyara min ev e. Divê ji nêzîkahiyên dewletê dûr rawestin."

Ocalan, bal kişand ser rola rêxistinên sivîl ên civakî û wiha got: "Ez ji bo çareseriya pirsgirêka kurd navbêjim 'bila dewlet' tunebe. Dê dewlet hebe lê dê rumetê nîşanî hemû azadiyan bide. Modela min ya çareseriyê wisa ye; Dê dewlet hebe lê li aliyê din dê Neteweya Kurd a Demokratîk jî dê hebe. Kurd dê hebûna dewletê binasin. Dewlet jî dê netewa kurd a demokratîk qebûl bike. Dewlet bixwaz dê li her cihî ala xwe danê xizmetê bike û tirkî bide hînkirin."

DÎHA (ft/mae)