1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê,roja,zimanê,dayikê,ya,cîhanê

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

Îro 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Têkoşîna ku xwendekarên Bengalî beriya niha bi 65 salan bi dayîna berdêlên giran dan meşandin û zimanê xwe bi desthilatdaran dan pejirandin, îro li Kurdistanê tê meşandin

A+ A-

WAN / ANF - OMER ÎKE Di roja 21’ê Sibata 1952’an de komek ji xwendekarên Bengalî yên li zanîngehan dixwend, li paytexta Bangladeş Dakayê xwepêşandanek lidar xistin. Xwendekaran bi dirûşme û pankartên xwe xwestin, bi alfabeya xwe û bi zimanê xwe yê dayikê Bengalî perwerdeyê bibînin. Xwendekaran dixwestin, zimanê wan bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Wê demê Bangaldeş di bin desthilatdariya Pakîstanê de bû û Pakîstanê ziman û ҫanda wan qedexe kiribû.

BERXWEDAN BI SER KET

Di xwepêşandana 1952’an de de polîsên Pakistanî bi awayek hovane êrîşî xwendakarên Bengalî kirin. Gelek ji wan birîndar bûn, hinek hatin girtin û 11 kes jî li qada xwepêşandanê hatin kuştin. Gelek dewlet û dem û dezgehên sîvîl ên navneteweyî ew wehşet protesto kirin. Ҫend sal piştre Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li ser pêşniyara Bengaliyan, roja 21’ê Sibatê bi navê International Mother Language Day - IMLD (Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî) diyar kir. Piştî van bûyeran dewleta Pakîstanê neҫar ma û di sala 1956’an de li gel zimanê Urdû zimanê Bengalî jî wekî zimanê fermî pejirand. 21'ê Sibatê ji bo têkoşîna bikaranîna mafê zimanê daykiê qonaxeke girîng bû. Lewma UNESCO'yê jî ev roj weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pejirand. Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê her welatî ve her sal tê pîrozkirin. Navê rast ê vê rojê Roja Tevgera Zimanê Dayikê ye. Yekem car di 21'ê Sibata sala 2000'î de hat pîrozkirin.

LI TIRKIYEYÊ XETERÎ LI SER 18 ZIMANAN HEYE

Li gorî Statîstîkên UNESCO yên herî dawî li seranserê cîhanê îro 2473 ziman di rewşeke nebaş de ne, siberoja van zimanan tarî ye û her roj ber bi tinebûnê ve diçin. Her wiha li Tirkiyeyê jî 18 ziman di vê rewşa tehlûke de ne. Weke tê zanîn li Tirkiyê 26 ziman hene û 18 ji van niha li ber tinebûnê ne. Ji van 18 zimanê ku li Tirkiyeyê ketine rewşeke xetere Abazî, Çerkezî, Suryanî, Ermeniya Rojava, Ladino, Gaguzî, zaravayê Zazakî yê Kurdî, Lazî, Kabatayî û hwd… Li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî hemû zimanên din qedexe ne. Li gorî hinek lêkolîneran li Tirkiyeyê 33 zimanên cuda hene. Li gorî hinekan jî 26 zimanên cuda hene. Yên ku dibêjin 33 ziman hene, zaravayan jî wekî zimanên cuda dihesibînin. Di rastiya xwe de 26 zimanên cuda li Tirkiyê hene an jî hebûn. Ji ber ku gelek ji wan niha êdî ji aliyê kesî ve nayê axaftin. Hinek ji wan mirin e û hinek jî li ber mirinê ne.

ZAROKÊN KURDAN JI NASNAMEYA XWE TÊN DÛRXISTIN

Hîn îro jî li Tirkiye û Îranê bi mîlyonan zarokên Kurdan her roj tên pişaftin. Sîstemên perwerdeyê yên van herdu dewletan yek ji yeka din şoventir, nîjadperestir û asîmîlekartir e. Di perwerdeyê de plansaziyek wiha çêkirine û piştî dibistana seretayî êdî polîtîkaya wan a pişaftine digêhe armanca xwe. Zarokên Kurd ku dest bi dibistanê dikin piştî heşt salan êdî ji ziman, ҫand û nasnameya xwe bi dûr dikevin. Dibin kesekî din. Karakterên xwe yên neteweyî winda dikin. Li Başûrê Kurdistanê Kurdî, Erebî, Tirkmenî, Suryanî û Ermenî wek zimanên fermî tên qebûlkirin. Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşê gelê Kurd li her aliyê Rojva dest bi xebatên ziman kirin.

DIBISTANÊN KURDÎ HATIN GIRTIN

Li Tirkiyeyê jî ji ber qedexe û astengiyan ku nahêlin ji bilî Tirkî zimanên din wek zimanên perwerde û çandê bêne bikaranîn, 18 ziman bi tinebûnê re rû bi rû ne. Kurdiya ku zimanê dayikê yê bi mîlyonan mirovî ye, salên dûdirêj bû hedefa polîtîkayên asîmîlasyonê. Di pêvajoya desthilatdariya AKPê de jî, her çiqas behsa heq û azadiyan bê kirin jî, siyaseteke ziman û çandan qedexe dike, siyaseteke gelan li hev tûj dike hatiye meşandin. Desthilatdariya AKPê îro jî hem daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ku yek ji daxwazên lezgîn ên gelê Kurd e ti gavekê navêje hem jî li hemberî hewldanên herî biçûk ên derheqê vê mijarê de jî bêtehemmûl e.

Herî dawî li Amedê dibistana Seratayî ya Alî Erel ku di 5’ê Cotmeha 2015’an de bi 60 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir, ji hêla Walîtiya Tirk ve hate girtin. Hinced ew bû ku wek dibistana bi Kurdî dixebite. Balkêş e ku ev mudaxele di roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hate kirin. Hikûmeta AKP’ê ya ku polîtîkaya xwe li ser pişaftina Kurdan dide meşandin û li ser axa wan komkujî pêk tînin. Di sala 2016’an de AKP’ê li Kurdistanê şer kûr kir û bi dehan bajarê Kurdan xera kir. Herî dawî AKP’ê bi qeyûmên xwe îradeya gel xesp kir û gelek dibistanên Kurdî mohr kir. Dîsan gelek dibistanên sereteyî yên dibin sêwana Şaredariyên DBP’ê de xizmet didina deriyê wan klîd kirin.