1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Serdema bîo-boyax: Li şûna boyaxê bakterî
Serdema bîo-boyax: Li şûna boyaxê bakterî,serdema,bîo,boyax,li,şûna,boyaxê,bakterî

Serdema bîo-boyax: Li şûna boyaxê bakterî

Li gorî encamên destpêkê yên lêkolînek li Fransayê, bakteriyên pîgmentan hildiberînin, dibe ku dikevin şûna boyaxên sentetîk

A+ A-

PARÎS - ANF Di roja me ya îro de, piraniya kincên me bi boyaxên petrokîmyewî hatine boyaxkirin, xemilandin. Saziya bi navê Pîlî ya li Fransayê weke hewldaneke nû hat destpêkirin, li şûna boyaxa petrokîmyewî ku maliyeteke mezin li hawirdorê dike, dixwaze bakteriyeke ku madeya wê ya xav bi tenê şekir e, bi kar bîne.

Yek ji damezrînerên Pîlî Thomas Landraîn, beriya niha bi sê salan li laboratûvara bi navê La Paîlasse, li ser bakteriya dikare hibirê ji bo pênûsê çêbike, dixebitî. Landraîn û ekîba wî, ji bakteriya Streptomyces a ji şekir xwe xwedî dike, boyaxa şîn çêkirin.

Dûre lêkolînên xwe bi pêş de birin û li cîhazeke çapkirinê, hibira bîo bi kar anîn. Piştî vê yekê, ekîbê giranî da ser hilberîna rengên cuda û di encamê de ji Streptomyces û bakteriyên din, rengên sor, zer, pirtiqalî û mor hatin bidestxistin.

Xebatên ekîbê yên niha jî li ser wê ye, ku bakterî wê karibin bikevin şûna boyaxên petrokîmyewî yan na. Landraîn diyar kir ku ev yek pêkan e û dibe ku cîhanek bê endustriya petrokîmya biafire.