1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Tugluk: Xweseriya Demokratîk projeya çareserkirina pirsgirêka kurd e
Tugluk: Xweseriya Demokratîk projeya çareserkirina pirsgirêka kurd e,tugluk,xweseriya,demokratîk,projeya,çareserkirina,pirsgirêka,kurd,e

Tugluk: Xweseriya Demokratîk projeya çareserkirina pirsgirêka kurd e

A+ A-

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, xweseriya xemokratîk wekî projaya çareserkirina pirsgirêka kurd nirxand û wiha pirsî: "Gelo ji bo çareserikirna pirsgirêka kurd tu projeyên hikûmeta AKP'ê û derdorên ku projeyan me rexne dikin hene? Eger hebe ev projeyek çewaye? Gelo çima derdorên heta duh digotin 'Bila çek rawestin em biaxivin' çima bêdeng in?"

KCD'ê têkildarî, xweseriya demokratî û nîqaşên têkiladarî wê û gera Serokomar Abdullah Gul ku dê sibê bê Amedê li Salona Resepsiyanê ya Sumerparkê civînek çapemeniyê lidarxist. Civîn, bi tevlibûna Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Endamê Meclîsa Dayîmî ya KCD'ê Nivîskar Altan Tan, Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun û Endama KCD'ê Dr. Tulay Ozdemîr pêkhat. Hevserok Tugluk, diyar kir ku gelek girîngiyê didin hatine Serokomar Gul û nîqaşên der barê xewseriya demokratîk de nirxand. Tugluk, xweseriya demokratîk wekî projaya çareserkirina pirsgirêka kurd nirxand û got ku nîqaş li ser tirsa parçebûyînê tên kirin. Tugluk, destnîşan kir ku kurd dixwazin bi xweseriyê xwe bi xwe rêvebibin û wiha pêde çû: "Em gelek girîngiyê didin ve pêvajoyê. Bi teqez em nahêlin ev pêvajo xerabe an jî bixiteme. Hewldidin ku rola xwe bilîzin. Ev model dê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe amurek baş. Lazime em vê projeyê gelek nîqaş bikin. Divê em ji nîqaşan netirsin. Nirxandinên berovajî berhemên propagandayên qrêş derketine holê. Em dibêjin bila dewlet dest ji tunehesibandina kurdan berde û mafên wan nasbike."

Daxuyaniya hikûmetê nîşana bêtehamuliyê ye'

Tugluk, nerîna Serokwezîr Erdogan a têkildarî komxebata ya wekî "dezgehê qirêj" nirxandibû rexen kir û wiha got: "Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ku wekî pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî girîng tê zanîn hewl didin. Lê Erodogan vê yekê wekî 'Dezgehê qirêj' nîşan dide. Ligel vê yekê dirûşmeyên yek ziman, yek çand, netew û yek yek yek îfadeya dijdemokrasî û bêtehamuliyê ye. Ev daxuyanî fêdeyê nadin pêşketina Tirkiyeyê. Tugluk, anî ziman ku ew li Tirkiyeyê rêxistina herî mezin in û wiha got "Em wekî KCD'ê li herêma kurdan rêxistina herî mezin a saziyên sivîl in. Em rêxistinek rewa nin. Aliyê me yê zagonî jî daxwaza gelê me ye. Hemû hewldanên me ji bo çareseriya demokratîk û pêşketina Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd biryar lazim e." Tugluk, da zanîn ku tu projyeên hikûmetê ji bo çareseriya pirsgira kurd tune û wiha berdewam kir: "Gelo tu hewldan û projeyên hikûmat AKP'ê û hevkarên wê ji bo aşiyek demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurd heye? Gelo çima derdorên heta duh digotin 'Bila çek rawestin em biaxivin' çima bêdeng in? Piştî KCK'ê biryara bêçalakiyê heta hezîrana 2011'an da, ev derdorên ku aştî dixwestin çima bêdeng in?" Tugluk, hewldanên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev hewldanên van partiyên ji bo berjewediyên xwe tev digerin nêzîkatiyek faşîst û nîjadperest e. Dîsa nêzîkatiya CHP'ê jî ji ber helwesta wê ya kevneşopî û paşverû ye. Divê berî her tiştî ji aliye xwe yê paşve rû rizgar bibe."

Ger daxwaz hebe em dê hevdîtinê pêk binin'

Tugluk, têkildarî hatina Serokomar Abdullah Gul a Amedê de jî nerînên xwe anîn ziman û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku dê Serokomar Gul daxwazên gel ên wekî ziman, nasname û daxwazên xwe yên xwezayî erê bike. Tu daxwaza me ya hevdîtinê bi Gul re niha tune. Lê ger ku daxxaz ji aliyê wî de pêk bê em dê hevdîtinê pêk bînin."

DÎHA (lg/mae)