1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Xebatên El Cezîre Rawestandin
Xebatên El Cezîre Rawestandin,xebatên,el,cezîre,rawestandin

Xebatên El Cezîre Rawestandin

A+ A-


QAHÎRE - Misrê, televîzyona El Cezîre ya ku li Qahîreyê weşanê dike, li tevahiya welat faliyetên wê dan rawestandin.

Malpera fermî ya Misrê, Mena’yê ragihand ku, hemû faliyetên televîzyona El Cezîre yên li Misrê ji aliyê Wezareta Enformansyonê hatin sekinandin. Her wiha malpera Mena da diyarkirin ku, “Wezîrê Enformasyona Misrê ferman daye ku, hemû faliyetên televîzyona El Cezîre yên li Misrê bên rawestandin, hemû lîsansên wê bên betalkirin û akredîtasyonên hemû xebatkarên El Cezîre yên ku li welat kar dikin şûn ve bên standin.

Li aliyê din jî, avahiya Wezareta Navxweyî ya Misrê ku ewlekariya wê di destê polîsan de ye û duh bibû hedefa xwepêşanderan, dewrî artêşê hat kirin. Avahiya Wezaretê vale kir û hemû xebatkar şandin malên wan û her wiha hat ragihandin ku, li pêşiya wê tang û leşker bicih kirine.

ANF


Bêjeyên Miftehî