1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yelkenlî: Tirkiye dagirkeriya çandê dike
Yelkenlî: Tirkiye dagirkeriya çandê dike,yelkenlî,tirkiye,dagirkeriya,çandê,dike

Yelkenlî: Tirkiye dagirkeriya çandê dike

A+ A-

Li Enqereyê ji aliye Platforma 14 Nîsanê ve şoreşgerê tirk Aykut Başaran hate bibîranîn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Enqere Mustafa Yelkenli da zanîn ku AKP çand, ziman û hemû nirxên mirovîn ên kurdan înkar dike û wan qedexe dike.

Di panele da weneyên Aykut Başaran hatin daliqandin û pankartên ku li ser dirûşmên bîranînê hebûn hatin vekirin. Di Panelê de Endamên Komeleya 68'an, Endamên Komeleya 78'an û gelek rewşenbîr rojnameger amede bûn. Hevserokê Rêxistina BDPê ya Enqere Mustafa Yelkenli axivi diyar kir ku dewleta tirk dagirker e.

Panel bi belgeya kurtejiyana Aykut Başaran vedigot, dest pê kir. Nûnerê Platforma 14'ê Nîsanê Şemsettîn Dertlî axivi û got ku Başaran şoreşgerekî enternasyonal bû û ji bo têkoşîna hemû gelan xebat meşandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Demeke direj di parrtiya gelê kurd di HEP'ê de xebitî û ji bo piştgiriyê her demê amade bû."

'AKP zimanê gele kurd qedexe dike'

Hevserokê BDPê ê Rexistina Navenda Enqere Mustafa Yelkenli jî axivi da zanîn ku 11 kesên ku li navçeya Enqere Beypazariyê bi qezaya trafîqê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn û da zanîn ku dewletê ev yek ji bo kurdan rewaş dîtiye. Jixwe AKP çand, ziman û hemû nirxên mirovîn ên kurdan înkar dike û wan qedexe dike. Ev dagirkerî ye. Heke ew di gundê xwe de bûna û xwedî karekê bûna, dê ev mirina bi keder nebûba qedera wan."

'Hemû gavên AKP'ê ji derewan pêk tên'

Li ser nava TKP'ê Tuncay Çelen jî axivî. Çelen der heqê pekûtiyen AKP'ê de axivî û wiha derbirî "Dema em li dîroka komarê dinihêrin hemû hikûmetan gel xapandiye. Gel baweriya xwe bi Menderes û Ecevît dianî. Lê wan ji bona gel tiştek nekir. Îro jî gel baweriya xwe bi, AKP'ê û Serokwezîr tîne. Hemû gavên AKP'ê ji derewan pêk tên. Baweriya gel jî her ku diçe dişkê. Çima zimanê gelê kurd naye qebûlkirin. Bi tenê bersiva vê jî bê dayîn dê polîtîka baştir bên fêmkirin."

DÎHA (msb/tt)