1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Zêbarî bi saya têkoşerên kurd bûye wezîr"
"Zêbarî bi saya têkoşerên kurd bûye wezîr",zêbarî,bi,saya,têkoşerên,kurd,bûye,wezîr

"Zêbarî bi saya têkoşerên kurd bûye wezîr"

A+ A-

AYTEN TURAN / SERBAZ SIYAMEND

Daxuyaniyên Hoşyar Zêbarî yên der barê PJAK'ê de ku gotibû ew rêxistineke 'terorîst e', dibin sedema nerazîbûna siyasetmedarên kurd ên li başûrê Kurdistanê. Vê carê Parlementerê Koma Goran û Berpirsleyarê Karûbarê Karê Hundir ê Parlemena Kurdistanê Karwan Salih nerazîbuna xwe li hemberî daxuyaniya Hoşyar Zêbarî de nîşan da û anî zîman ev weke şermeke herî mezin e ku wezirek wiha beje. Karwan Salih wiha got: "Duh bû ez û birêz Hoşyar Zêbarî û gelek têkoşerên din li gel hev me li serê van çîyan çeka me di destê mede me ji bo azadiyê şer dikir û rêjîma faşîşta Iraqê em weke terorîst bi nav dikirin. Ev têkoşîn û şer bû ku Wûşyar Zêbarî îro bi saya wê bû wezîrê karê derve yê Iraqê. Van têkoşerên kurd Zêbarî kir wezîr. Belkî gelek kes ji van pirsyaran xwe paşve dide lê ev helwesta Zêbarî ne rewa ye û em nerazî ne.”

Li herêma Federal a Kurdistanê nerazîbûna li hemberî axaftinên Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî yên der heqê PJAK'ê dewam dikin. Parlementerê Koma Goran û Berpirsleyarê Karûbarê Karê Hundir ê Parlemena Kurdistanê Karwan Salih nerazîbuna xwe anî ziman û diyar kir ku divê zêbarî rabirdûya xwe bi bîr bîne. Bila bîne bîra xwe dema ku me li dijî rejîma faşîst şoreşa çekdarî dida meşandin me kar û xebat dikir, wê demê rejîma faşîst em weke terorîst îlan dikirin. Riya dîyalogê ji bo me digirtin û ne dihiştin riya dîyalogê ji bo gelê kurd vebe. Li beranberî van êşên ku me kişandî şermeke herî mezin e ku Zêbarî dibêje PJAK 'terorîst' e. Ev ji bo me şermek e. Niha li parçeyên Kurdistanê Rojhilat, Bakur û Başûrê Rojava jî wê têkoşînê didin meşandin ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên xwezayî. Eger rejîmek riya çareserîyê nehêle ew gel neçar dibe dest bi şerê çekdarî bîke. Rejîmê gel neçarî şer kiriye. Li şûna ku em banga dîyalogê bikin, em pêşnîyaran ji bo çareserîyê bikin û em bêjîn bi şer û darvekirinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin, lê mixabin wezîr bi xwe gelê kurd weke 'terorîst' dide diyarkirin.”

'Divê em bi zimanê dagirkeran neaxivin'

Salih di dawiya axaftina xwe de bal kişand li xwe pêwîstbuna yekitîya gelê kurd û got: “Şermezariyeke herî mezîn e em bê deng bin li beramberî van kiryarên rejîmên dagirker . Divê em bi zimanê dagirkeran neaxivin em parçeyek ji Kurdistanê ne divê em ji ber berjewendiyên şexsî gelê xwe yê li parçeyên din ku têkoşîna azadiyê didin, binpê nekin. Mafê wan yê herî xwezî ye heqê xwe bixwazîn divê em piştgirîya wan bikin. Daxwaza me ji hemû rayedaran ew e bêdeng nemînin.”

DÎHA FOTO: ESMER TUNC