1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Çima Mozilla Firefox 11?
Çima Mozilla Firefox 11?,çima,mozilla,firefox,11

Çima Mozilla Firefox 11?

Pêşî em taybetiyên nû yên Firefox 11 pêşkêş bikin, piştre ji bo kesên meraq dikin em li ser guhertoyên gerokan çend ramanan parve bikin.

A+ A-

* Êdî dema we Firefox saz kir, hûn dikarin pênas, dîrok, nasyar û bijareyan ji Google Chrome'ê bikişînin.

Vê taybetiyê çi li Firefoxê zêde kir?
Kesên ku berê Fîrefox bi kar neanîne, gelek mîhengên xwe li ser geroka xwe ya kevin (Internet Explorer û hin wekî din) saz kirine. Mînak, gelek malper û navnîşanên wan li bijareyên (favorite) xwe zêde kirine. Kesên ku nû derbasî Firefoxê dibin, çavên xwe gelek caran li bijare û mîhengên xwe yên kevin digerînin. Ji bo vê yekê Interten Explorer vedikin, an jî gerokek din. Lê piştî ku Google Chrome derket, îcar heman tişt ji bo wê jî bû pêdivî. Niha, Firefox êdî ji her du gerokan jî mîhengên we dikişîne û hemû pênasên we yên berê, li cem xwe dike yek.

* Bi taybetiya Sync, êdî sepan di navbera komputeran de dikarin bi hev re têkildar bin û hevdeng bin.

Vê taybetiyê çi li Firefoxê zêde kir?
Ji bo saziyên ku gelek komputer lê hebin ku heman sepanan bi kar tînin, hêsanî ye.

* CSS text-size-adjust wekî taybetî edî tê destekirin

Vê taybetiyê çi li Firefoxê zêde kir?
Di hinek malperan de taybetiya mezinkirina nivîsê heye. Her gerok vê taybetiyê destek nake. Taybetiyên bi vî rengî carinan nû derdikevin û heta gerok xwe nû nekin, ji aliyê gerokan ve nayên destekirin. Firefoxê di demek kin de ev taybetiya nû nû jî nas kir û destek kir.

* Ji bo HTML5 video êdî kontrola medyayê ji nû ve hate sêwirandin.

Vê taybetiyê çi li Firefoxê zêde kir?
Ji ber ku HTML5 tiştekî nû ye, vîdeoyên HTML5 jî li ser hemû gerokan baş nayê vekirin û kontrol kirin. Firefoxê bi vê nûkirinê, kontrola videoyên HTML5 hêsantir kiriye.

* Taybetiya outerHTML êdî hêmanên HTML destek dike

Vê taybetiyê çi li Firefoxê zêde kir?
Vekirina malperan hîn serkeftîtir e.

MA HÛN JI PÊŞKETINA GUHERTOYÊN GEROKAN ACIZ BÛNE ?

Dema Mozilla Firefox 11 derket, min xwest ji bo xwendevanên Amîda Kurd nûçeyekê der barê nûbûnan de çêkim. Çend fikr û raman di navbera çend çirkeyan de çûn û hatin, wiha:

* Gelo çiqas kes Firefoxê bi kurdî dadixin û bi kar tînin?
* Google Chrome'ê gelo çiqasî Internet Explorer paşve xist?
* Opera'yê gelo guhertoya çendemîn derxistiye, çi nûbûn pêk aniye, rewşa wê ya dawî çi ye?
* Google Chrome gelo guhertoya çendemîn derxistiye?

Di vê navberê de min lînka Google Chrome vekir û dît ku Google bi zanebûn di malpera xwe de guhertoya (versiyon) Google Chrome nenivîsiye.

We kesî dîtiye ku nûçeyeke wiha derketiye "Google Chrome 17" derket?
Na!
Lê çima Google guhertoya geroka xwe vedişêre?
Xwiyaye hûn ji guhertoyên gerokan aciz bûne û haya Google'ê jî ji vê heye. Ji ber vê jî di malpera Chromeyê de bi zanebûn behsa guhertoyê nake.

Çawa be Google xwe serekê înternetê dibîne. Her kes bi Googleyê dest bi vekirina înternetê dike. Nexwe kengî bixwaze jî dikare guhertoya herî nû bigihîne bikarhêneran.

HÛN HÎN INTERNET EXPLORER BI KAR TÎNIN?

Di sala 2004'an de Opera cara yekem wekî gerokek navdar bi kurdî derketibû. Lê piştre Firefox li kurdî hate wergerandin. Ji wê rojê ve dilê em bi ser Firefoxê ve ye, lê bi rastî hem ewlehiya wê, hem jî lezgîniya wê navdar e. Hela tew bi guhertoya xwe ha 5, 6 û heftan gelekî lezgîntir bû.

Lê dîsa jî girseyek girîng heye ku ne di ferqa navbera gerokan de ye. Bi saya Googleyê û geroka wê ya Chrome, parçeyekî girîng ê ji vê girseyê derbasî gerokek nû bû. Textê Internet Explorer baştir leqiye, lê ez bawer im hîn yekemîn e.

Bi guhertoyên nû yên Firefox û Chrome re, Internet Explorerê jî xwe gelekî guherand û şuband wan. Ev jî nîşan dide ku kesên Internet Explorer bi kar tînin ne bikarhênerên pêşketî ne. Lewre hîn Internet Explorer bi kopya Opera, Firefox û Chrome wan îdare dike.

Ma hîn dema hûn dikevin înternetê, destê we bêhemd diçe ser îkona Internet Explorerê?
Nexwe li ber nekevin. Yextiyarî ye. Dûmahîka her mirovî ye.


Bêjeyên Miftehî