1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êlihî li dijî rejîma Îranê meşiyan
Êlihî li dijî rejîma Îranê meşiyan,êlihî,li,dijî,rejîma,îranê,meşiyan

Êlihî li dijî rejîma Îranê meşiyan

A+ A-

Li Êlihê bi sedan kesan astengkirina mafê paraztina kurdî û darvekirina ciwanê kurd Husên Xizrî, bi meşek girseyî şermezar kir.

Li Taxa Petrolkentê a Êlihê ji bo bal bikşînin astengkirina mafê paraztina kurdî û şermezarkirina darvekirina ciwanê kurd Husên Xizrî ya ji hêla Rejîma Îranê ve pêk hat, meşek hate lidarxistin. Di nava wan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî Şerîf Çakar, rêveberên Komeleya Hemwelatiyên Azada a Taxa Petrolkentê jî hebûn nêzî 2 hezar kes li ber avahiya komeleyê civiyan. Girse, wêneyê ciwanê kurd Husên Xizrî û li ser jî nivisa "Em dê ji Komara îdamê ya Îranê hesab bipirsin" vekirin û dirûşmeyên wekî "Mafê paraztinê nayê astengkirin", "Pêkûtî dê me bê zar neke", "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan", "Qatil Îran, qatil Ahmed Nejad" avêtin û ber bi Kolana Petrolê ve meşiyan. Girseyê ji vir dîsa bi dirûşmeyan heta ber avahiya komeleyê meşiyan. Li vir li ser navê girseyê Cigirê Serokê Komeleya Hemwelatiyên Azad Elfetîn Guzel, axaftinek kurdî kir. Guzel, bal kişand ku mixabin dîsa mekanîzmaya darizandinê ya dewletê ku xwe wek dewletek hiqûqî dihesibîne di kesayeta siyasetmedarên kurd de zimanê bi milyonan kurd asteng dike û mafê paraztina zimanê zikmakî binpê dike. Guzel, darvekirina ciwanê kurd a ji hêla îranê ve hatî kirin bi zimanek tund şermezar kir û da zanîn ku Tirkiye û Îran dîsa ketine nav hesabek qirêj û ew dê vê yekî qebûl nekin.

Girse, piştî axaftinê diruşme berz kirin û belav bûn.

DÎHA (ea/mae)