1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Îro li Misrê Serhildan e
Îro li Misrê Serhildan e,îro,li,misrê,serhildan,e

Îro li Misrê Serhildan e

A+ A-

Li Qahîre û gelek bajarên din qedexe ye mirov derkevin derve. Lê misrî guh nadin van qedexeyan. Îro jî li Qahîreyê "Meşa 1 Milyon Gav" heye.

Li welêt înternet qedexe ye, telefonên destan baş naxebitin û ji bo ev meş bi ser nekeve seferên trênan jî hatiye rawestandin. Lê li Qada Tehrîr a navenda Qahîreyê xwepêşandêr cihê xwe naterikînin. Serhildêran heta roja înê mawe dane Mubarek û dixwazin ku heta roja înê ji text dakeve.

Li aliyê din artêşa Misrê dibêje ku ew ê êrîşî xwepêşandêran neke. Lê polîs do ava şid berda ser xwepêşandêran û ev dîmen li welêt bû pêxistina fitîla serhildaneke mezintir. Wekî tê zanîn polîs çend roj berê jî bûbû sedema kuştina çendek serhildêran.


Bêjeyên Miftehî