1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Şerma mirovahiyê
Şerma mirovahiyê,şerma,mirovahiyê

Şerma mirovahiyê

Jina Êzîdî E.H.E salek û 10 rojan di destê DAIŞ’ê de dîl ma, lê wê keys lê anî xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kir. Hêj 3 keç, hevjîn û 7 xwîşk û birayên wê di destê DAIŞ‘ê de ne. Lê ew bi dayika xwe ya 80 salî re dikeve ser rêya Şengalê û bi hêvî li benda wan Êzîdiyên dîl e

A+ A-

Bi êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya sala 2014’an re ji 10 hezarî zêdetir jin û mêrên Êzîdî hatin revandin û bi hezaran ji wan hatin qetilkirin û firotin. Her çendî li gelek cihan Êzîdiyên dîl ji destê DAIŞ’ê hatibin rizgarkirin jî hêj bi hezaran jin û mêrên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de ne. Şervanên QSD û YBŞ‘ê gelek jin û mêrên Êzîdî ji destê DAIŞ‘ê rizgar kirin, gelek ji wan jî bi derfetên xwe rizgar bûn. Jina bi navê E.H.E. yek ji wan jinên Êzîdî ye û bi derfetên xwe reviye û xwe gihandiye Şengalê.

Hêj 3 keç, hevjîn û 7 xwîşk û birayên E.H.E.’yê di destê DAIŞ‘ê de ne. Ji bo malbata xwe bi fikar e û ji ber wê jî naxwaze navê wê bê nivîsandin, bi hêviya ew kesên din jî dê bên rizgarkirin, xwe li jiyanê digire. Ji ber ku dayika E.H.E.’yê pîr e, wê jî li gel wê dihêlin û bi dayika xwe re ji destê DAIŞ‘ê direve. Lê ji ber ku malbata wê ji wan cuda dikin, derfetên wan ê revê bi hev re çênebûne.


 

Gelek caran tê firotin


E.H.E. eşkere dike ku piştî ku ew dîl tê girtin, wê dibin Reqayê, li wir ew tê firotin, di wê dema ku di destê DAIŞ‘ê de ye, 4 caran tê firotin û wê piştrast kir ku herî dawî der barê wê de biryara darvekirinê derdixin. E.H.E. serdema ku li Reqayê maye, wiha îfade dike: “Di salekê de me gelek êşkence kişand. 5 mehan ez li gel emîrekî DAIŞ’ê mam û min cil û firaxên wî dişûştin. Piştre ez firotim kesekî din. Piştre emîr ez teslîmî navenda komkirinê kirim. Min li wir jî demekê xizmet kir. Pişt re ez firotim kesekî din. Rojekê dayika min mifte dît û anî; lê ji ber ku dayika min pîr bû, nikarîbû bireve.“



 

Gefa kuştinê lê xwarine


E.H.E salek û 10 rojan di destê DAIŞ’ê de dimîne, gelek êşkence li wê tê kirin û der barê vê yekê de dibêje, “Ez gelek caran firotim hin kesan. 3 caran hatim firotin, piştre ez birim Helebê. Endamekî DAIŞ’ê hebû, ji eşîra Cisrawî bû, ew ji DAIŞ‘ê xirabtir bû. Hevjîneke wî hebû, wê jî êşkence li min dikir. Cisrawî bi telefonê bangî hin kesan kir û hatin em birin cihekî ku me bikuje. DAIŞ‘ê fermana kuştinê dabû; ji ber ku min digot DAIŞ xirab e. Mi li her derî rastiya DAIŞ‘ê îfade dikir. Ji ber wê, fermana kuştinê derxistin. Gotin ‘Em ê ziman, poz û guhê te jêkin û te bikujin’ û gef xwarin.”



 

Beriya bên kuştin direvin

E.H.E. îşaret pê kir ku ew bi dayika wê re ji bo kuştinê birine Helebê û di avahiyekê de ew heps kirine, berî ku serê sibê DAIŞ‘î bên malê, ji malê direvin. Demekê li cem malbateke dijberî DAIŞ‘ê dimînin, bi alîkariya vê malbatê, heta geraja Ezazê diçin. E.H.E. diyar kir ku wan bi pereyê ku dane ajovanekî, derbasî Ezazê dibin, piştre bi alîkariya kesekî heta sînorê Tirkiyeyê tên.

 

Li rastî bê wijdanekî Tirk tê


E.H.E. li ser sînor teslîmê bazirganekî mirovan ê ji Tirkiyeyê tê kirin û E.H.E. serboriya xwe wiha îfade dike: “Ez li vir dame kesekî Tirk û ev mirovekî gelek xirab bû. Bi Tirkî diaxivî û ji min gelek pere dixwestin. Ji min re digot ‘nasnameya te li ku ye’, ji ber wê bi zorê ji min pere standin. Digot ‘Heke tu pere nedî, ez ê te bişînim cihê ku tu jê hatî’. Ez jî tirsiyam û min pereyê xwe hemû dane wî. Em birin Tirkiyeyê, ji ber ku DAIŞ‘ê li guhê min xistibû, deng baş nedihat min û ji ber wê min bi malbata xwe nedikarî bi telefonê biaxivim. Wî Tirkî ez birim qeraja Dîlokê. Min li wir ji birayê xwe re telefon vekir, birayê min hat qeraja Silopyayê. Ji ber ku min zêde fêm nedikir, min telefona birayê xwe da ajovan û heta Silopyayê di têkiliyê de man. Em hatin Silopyayê û li wir derbasî Şengalê bûn.”
E.H.E. anî ziman ku dema ew li Şengalê peya bûye, karê wê yê destpêkê axa maçkirina axa Şengalê bûye.



 

SELAMÎ ASLAN / DÎHABER/ŞENGAL



65 

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA 


Bêjeyên Miftehî