1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. 4 Elementên Sereke Ên Pîroz Û Ro Li Ba Êzîdiyan
4 Elementên Sereke Ên Pîroz Û Ro Li Ba Êzîdiyan,4,elementên,sereke,ên,pîroz,û,ro,li,ba,êzîdiyan

4 Elementên Sereke Ên Pîroz Û Ro Li Ba Êzîdiyan

RO, AX, AGİR, AV, BA Ev elementên li jor navbûrî, tev ji dîroka qedîm ve li ba Êzîdiyan pîroz in. Ango beriya serdema Şêx Adî, Êzdiyan ev pîrozkirine

A+ A-

Îbrahîm Osman

 

1-RO: Bi pergal, ronkayî û tîna xwe, jiyan afirandiye, diafirîne û zindiyan dide jiyîn. Bi ketina perçeyekî ji rojê av cebirîye û dinya ava bûye. Ro hebûneke nûranî ye. Ro nebe jiyan nabe. Bêyî hebûna wê, sar û tarî ye her tişt.

Lema her mirovê ji pêsîra Êzî, berî ro hilê û berî ro xatir bixwaze û here ava, berê xwe dide royê û dua dike, ji giştiya mirovatiyê re aştî û aramiyê dixwaze. Ji dîroka qedîm ve jinên Êzîdî şiklê royê li ser eniya xwe deq dikirin. Êzîdî berê miriyên xwe didin royê û binax dikin. Li jînê û mirinê berê Êzîdiyan her li royë ye.

 

2-AX: Maka zayin, hebûn, xêr û bereketê ye. Bedena mirov destpêkê ji axê peyda bû û dîsa vedigere axê. Ax hemû qirêj û kirêtiyên mirovan vedişêre. Girêdana Êzîdiyan bi axê re, girêdaneke taybet e. Berî miriyên xwe binax bikin, hinek ax datînin ser kortka çavên wan. Eger tu li axê miqate bî, kedê bidiyê dê ew jî qûtê te bide te.

 

3-AGİR: Ro bi xwe jî agirekî mezin e ku kana jînê ye. Agir di jiyana mirovan de dewireke girîng lîstîye, dilîze. Germ dike, nerm dike, dihilîne, dicebirîne dike pola. Agir pîroz e.

 

4-AV: Av kaniya jiyanê ye, bi qasî axê ji bo mirovan girîng e. Ji xwe dinya ji cebirandina avê hatiye pê. Bê av jiyan nabe.

 

5-BA: Ba jî bi qasî elementên din xwedan girîngiyeke taybet e. Batin û sûrra bê heye. Pîroz e. Deng û bînê war bi war digerîne. Bizirên hemû şênikahî, gul û kulîlkan li ser axê, li deverên cuda belav dike. Seriyên tewiyayî hildide. Êş û kulan dinuhrîne.

 

 [email protected]