1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. AWIREK LI SER REFERANDÛM, VÎNA GEL Û BAZIRGANAN
AWIREK LI SER REFERANDÛM, VÎNA GEL Û BAZIRGANAN,awirek,li,ser,referandûm,vîna,gel,û,bazirganan

AWIREK LI SER REFERANDÛM, VÎNA GEL Û BAZIRGANAN

A+ A-

 

 

(Dadgeha Federal a Iraqê di biryara xwede dibêje; "Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmraniyê têde komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr, bingeha yekîtiya Iraqê ye."

 

Hikumeta Herema Kurdistanê jî di bersiva xwe de wiha dibêje; ”Em rêzê ji vê ravekirinê re digirin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastina hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin.)

 

Jêderk: krd.sputniknews

 

1-    Eger te dê ji biryar û qanûnên Îraqê re rêzê bigirta, te çima bi îsrar referandûmê kir?

 

Lewra referandûm redkirina qanûn û desthilatdariya welatên mêtînger e. Lidijderketin û nepejirandina jîyana hevpara a bi wan re ye. Pêlêkirina qanûnên wan ên li ser gel koletiyê ferz dikin e û daxwaza serxwebûn û azadiya gelekî ye. Bêyî redkirin û binpêkirina qanûnên dagirker û mêtîngeran ne azadî û ne jî serxwebûn ne pêkan e, tenê hewldanên dirêjkirina temênê xwe û xapandina gel e! Dema tu vê bikî û vê bêjî, êdî piştî wî çi jî bêjî bi tenê ji bo xapandinê ye, wekî din tu nav û kirasek din din nikare lê bê kirin. Lewra şêr şêr e û çeqel jî çeqel e û ker jî naewtin! Xwezaya hebûn û honandina jîyandinê çi be, ji derî wan her tişt çelexwarî ye û zirar e!

 

2-    Ya tê redkirin, nepejirandin, mahkûmkirin, rexnekirin û aşkerekirin ne vîna azad a gelê Başûrê Kurdistanê ye ku xwe weke ji %92,7 ji bo serxwebûnê da der.

 

Ew vîn vîneka pîroz e û carekê li pêş çavên cîhanê xwe daye der û aşkere kiriye çi dixwaze û dixwaze çewa bijî. Tişta dikeve ser milê her mirovek bi şeref û xîret, parastin û rêzgirtina vê vînê ye.

 

Lê bazirganên me hene ku li ser vîn, jîyan, pêşeroj, paşeroj, ax û hebûna gelê kurd bi gur, çeqel, şevşevok û gornebaşan re dikevin bazariyên gemar. Aha ev e ya divê bê dîtin, mahkûmkirin, şermezarkirin û ji ser axa pîroz û ji nav dil û mêjiyê her kurdekî bê avêtin û pakijkirin!

 

Careka din hêjayî gotinê dibînim; rexnekirina serok û rêveberên başûrê Kurdistanê, weke dilxweşiyeke li hemberî têkçûna başûr tê nirxandin. Têgîneke wiha çelexwarî tê afirandin bi rêya medyaya civakî û ev bi zanebûn tê kirin. Lê divê bê zanîn ku mafê vî gelî jî weke hemû gelên li cîhanê, serok û rêveberên xwe rexne bike. Xwediyên van hewldanên qirêj bi piranî di nav qaşo demokrasiya Ewropayê de jî dijîn, jê sûdê jî werdigirin. Yek ji nîşaneya herî mezin a demokrasiya Ewropayê jî, li hember şaşiyeke piçûçik jî rexnekirina siyasetmedar û rêveberan e. Loma ye ku demokrasiya wan û pêre welatên wan pêşkeftî û serkeftî ne. Ma serok û rêveber ji bo welat û gel in an welat û gel ji bo serok û rêveberan in?