1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. BÎST SALÊN JÎYANA PIŞTÎ MIRINÊ
BÎST SALÊN JÎYANA PIŞTÎ MIRINÊ,bîst,salên,jîyana,piştî,mirinê

BÎST SALÊN JÎYANA PIŞTÎ MIRINÊ

(Ji bo bîranîna helbestvanê k’urd ê navdar Fêrîkê Ûsiv)

A+ A-

 

 

Bîst sal ji wê r’ojê bihurîn, dema helbestvanê k’urd ê navdar Fêrîkê Ûsiv çû ber dilovanîya Xwedê!

Belê, ewî bi fîzîkî ji nava me k’oç kir, lê îro jî ew di cîhana wêjehez û wêjevanan da dijî û dê ji vir û pêva jî bijî, ji ber ku berhemên wî domkirina jîyana wî ne – wek helbestvanekî…

Fêrîkê Ûsiv, wek kesayetî û helbestvan cîyê xwe yê hêja di nava cîhana wêjeya k’urdî da girtye, û ewên ku ew nas kirine, bi wî r’a dostanî û hevaltî kirine, bîranînên xwe tînin zimên, yên ku ew nedîtine, lê helbestên wî xwendine, bi wan hestyar û r’uhdar dibin. Xwendevanên k’urd îro jî helbestên wî dixwînin û bi wî awayî bi r’amanên wî yên wêjeyî  r’a têk’ilîdar dibin…   

Û ya ku her mirovekî, wek nivîsk’ar, di dîrokê da zêndî dihêle jî, hema ev e.  

Helbet, Fêrîkê Ûsiv berhemên wêjeyî yên p’ir’ hêja, wek paeykerekî wat’eyî yê ne bi dest sêwirandî li dû xwe hiştye! Û, heya ew berhemên wî yên hêja hebin, heya civaka xwendevanên wêjehez hebe, Fêrîkê Ûsivê zêndî be, jiyan bike, bi helbestên xwe beşdarî jiyan wêjeyî bibe…

Ji bo wan, ên ku dem bi dem di civîn, êvarînên wêjeyî, şîn û şayîyan da Fêrîk dîtinê, bi wî r’a sowbet kirine, ji bo wan hêsan e, bîranînên xwe yên wan demên kurt, bi hestyarî di derbarê wî da bînin zimên… Lê ya min, bes nine, ku ez û Fêrîk va ji gindekî – ji gundê P’ampa K’urdan bûne, me di heman dibistanê da p’erwerdeya xwe dîtye, lê wisa jî me di heman dibistanê da derdorê deh salan li r’ex hev mamostatî kirye… Lewra jî goveka bîranînên min bêhtir berfireh e, ew nikare di gotarekê da bi cî bibe. Ev jî dibe sedem, ku ez li vira her t’enê çend dîmenan bînim zimên, ên ku, bi dîtina min, hêjayî baldrîyê ne…

R’ast e, ji ber ferqa nava t’emenê me da (ew 15 salan ji min mezintir bû)  p’êwendîyên hevaltîyeke hemt’emenî di nav me da nikaribûn hebûna, lêbelê  tiştên ku em nêzîkî hev dikirn jî, hebûn: ew jî wêje û zimanzanî bûn. Ji bilî van dîroka gelê k’urd dibûn mijara sowbet û nirxandinên me… Sowbetên me jî bê plankirin, jinişkêva destpê dibûn… Minê bidîta ew di nva mitaleyan da li cîyekî sekinye, yan hêdî û fesal gav dide, diçe û tê, ez nêzîk dibûm, min slavek lê dikir, wek ku mirovekî nexwaze k’arê yekî şerpeze bike, min dixwast r’êya xwe bidomînim, lê ewî ez didam r’awestandin, dipirsî, gelo ez  nalezînim, gelo, k’arekê min ê ferz nine?… Û eger k’arê min hebûya jî, min digot – na, û em li hev disekinîn, paşê bi hev r’a me gav dida, di hewşa dibistanê da diger’yan, wek ku wî bi xwe digot, me bi hev r’a hewş dipîva…   

Me bi sehetan li ser pirsên dîroka gelê me, zimanê k’urdî, wêjeya sedsalên navîn û ya hemdmî sowbet dikir. Gelek caran nêr’înên me li hev nedigirtin, gengeşî di nav me da çê dibûn, lê hert’im jî me ew cudanêr’în ji box we dikirin hebûn û dewlemendî… Û ewî ew gengeşîyên me weha t’omar dikirin: Hûn ji min ciwantir in, bi ç’avekî dinê li dîrokê, çand û wêjeya me dinihêr’in, ya min jî r’êyeke min di vê jîyanê da hatye xêzkirin, û di warê  wêjeyê da jî cêr’ibandineke min heye, evê bibe sedem, ku hert’im gengeşî çê bibin… Hema ev gengeşî jî wê me dewlemend û nêzîktir bikin… Jixwe, kêm-zêde hûn min nas dikin, û ez jî gav bi gav we dinasim…   

Ji bo Fêrîk helbesta lîrîkî her û her t’omerîya hestan bû.  

 – Helbest sêlava p’eyvan e, – ewî digot, – ya ku di bin bandora hestan da wek wulkanekê dide der û wek sêlavekê diher’ike, û ew zêde nêzîkî r’uhê mine… Helbet helbestên felsefî jî bi serê xwe şêwazekî helbestê yê girîng e, lê lîrîka cuda ye, ew bêhtir nêzîkî r’uhê min e…  

Û bi r’astî jî, heya di destane-poêmên wî da jî lîrîka serdest e…

Em hema poêma wî a “Usivê Nevîyan” hildin. Her çiqas di bingeha wê da beyt’-serhatyeke gelêrî heye, ew di wê da bi awayekî wêjeyî dîrokê jî dide axavtin, lê dîsa lîrîka di wê da desthilat e…Ev poem ji hêla şêwazê wêjeyî va sert’aca berhemên Fêrîk e, ew wek dur’ û cewherekê di nava helbestên wî da diteyîse û ji hemûyan cuda dibe.

Dema nivîsîna poêma xwe ya “Ûsivê Nevyan” Fêrîk bi bîr û r’amanên xwe va bêhtir bi dîroka pêşîyan diger’ya bi wan dijya, dixwast wê bi wêjeyî r’ave û wat’edar bike, lê r’uh û r’wanê wî yê lîrîkî hert’im ew berbi şêwazê lîrîkî va dik’işand – ya bi hest, hesret û bîrî va t’uje…   

Û ewî lêytmotîva wan r’amanên xwe hema di destpêka poêmê da r’êz kirye:

 

Qelem, tu şiva mine qudretê,

Wertînim aw ate ser k’axetê,

 

Ber xwendevanêm dewrek dûr vekî,

R’êkê l'K’enana qedîm k’esekî!...

 

Di vê poêmê da ew bi bîra xwe ya gênêtîk destê xwendevanê xwe digiure û bi lehengên wê yên poêtîk r’a ji weltê bihuştê yê ç’îr’okî dibe-digihîne K’enanê û beravên ç’emê Urdunê…

Û ev r’êwîtîya wî ya berbi k’urayîya dîrokê va, ya ku di beyt’-serhatyeke gelêrî ya “Ûsivê Nevyan” da îro jî bi hesret berê xwendevanan dide war û miskenê pêşîyê me yê bihuştî, r’eng û awazên bûyerên dîrokî di şêwazê beyt’-serhatîyê li ber xwendevanan r’adixe.

A, Fêrîkê hema di xiyal û r’amanên nivşên pêşer’ojê da jî r’êwîtya xwe ya wêjeyî berbi dewrên tê bidomîne…    

Di nava Fêrîk da bi gênêtîkî hîs û têgihîştina zimên xurt bû, û ewî bi hostatî ew di  dema wergera berhemên nivîsk’arên bîyanî da bi k’ar tanî… Ewî afrandinê helbestvanên r’ûs û ermenî wisa wergerandine k’urdî, qey bibêjî, xudanên wan ew bi k’urdî nivîsîbin. Û ji bo vê jî mercê sereke ew bû, ku ewî helbest ne ku p’eyv bi p’eyv werdigerandin, lê wate û naver’okên wan bi k’urdî r’êz dikir… Û di nava hemû wergerên wî da jî poêma  Îsahakyan a “Ebû-lele Maharî”, ya ku wek lêyîya p’eyv û bêjeyan fûr dide, diher’ike, cîyê xwe yê cuda heye, û ji her kesekî nayê, ku wê wergerîne, heya her zimanek nine, ku bikaribe ji wergera wê r’a bibe bersîv…

Belê hostayê pênûsê, bîst salî berê k’oça xwe ji nav me bar kir, da dû k’êşa pênûsê û berê xwe da cîhaneke dinê – cîhana nemiran, lê îro ew bi helbest û destaneyên xwe bi xwendevanan r’a di nava sowbetan da ye…

Bîst sal derbaz bûne, sed û bîst sal jî derbaz bibin, pênsid û bîst sal derbaz bibin, helbestvanê gelê xwe yê hizkirî dê bi berhemên xwe di nava gelê xwe da bijî…

 Û her nivşeke nû ya xwendevanan wê ji bo xwe cîhaneke nû di helbestên Fêrîk da veke.

Ez jî îro bi r’êzdarî birayê xwe yê pênûsê bîr tînim!

 

Ezîz ê Cewo

 

04. 05. 2017

Pyatîgorsk/R’ûsîya